ŞIRNEX – Li Şirnexê qadên ku du dema qedexekirinê de wekî "qada birîsk" hatin îlankirin, paşê bi temamî hatin serobinokirin û li şûna wan avahiyên TOKÎ'yê hatin çêkirin. Lê belê şêniyên dixwazin li erseyên xwe xanî çêbikin, 2 sal in ji bo wan destûra nayê dayîn.
Li Şirnexê di dema qedexeya derketina derve ya di navbera 16'ê Adarê û 14'ê Mijdarê de hat îlankirin de, dema qedexe dewam dikir Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê di 10'ê Tebaxê de der barê taxa Cumhûriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşîlyûrtê de briyar da û ev der wekî "qada birîsk" îlan kir.
Lê belê li qada ku piştî qedexeyê bi hezaran xanî û kargeh hatin serobinokirin, dest bi çêkirina 6 hezar û 731 avahiyên TOKÎ'yê hat kirin. 2 sal in gelek wezîr û rayedar dibêjin "dê di demeke nêz de radestî xwediyên wan bên kirin", lê belê hîn jî çêkirina van avahiyan didome û tê payîn ku dê beriya hilbijartina herêmî hinek ji van avahiyan bên teslîmkirin.
JI BER DESTÛRA ÎMARÊ GELEK MALBAT NIKARIN BÊN BAJÊR
Li taxên ku desteteya wezîran ew wekî "qada birîsk" îlan kirin, welatiyên ku dixwazin li erseyên xwe xanî çêbikin destûr ji bo wan nayê dayîn. Welatiyên ku ji li ersayên xwe xanî çêbikin serî li şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin didin, lê belê qeyûm hinceta "qada birîsk" berpêşî wan dike. Ji ber destûr nayê dayîn zêdeyî 2 salane welatiyên di dema qedexeyê ji bêgavî koç kirin nikarin bên bajêr. Welatiyên tên bajêr jî xanî peyda nakin.