AMED – KCD’ê li dijî biryara redkirina têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a DMME’yê bertek nîşan da û got: “Ev biryar nîşaneya dewama komploya navdewletî ye.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyek nivîskî biryara redkirina têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) şermezar kir. Di daxuyaniya KCD’ê de li dijî biryarê bertek hat nîşandan û wiha hat gotin: “Tecrîdkirina di şexsê Birêz Ocalan de hemû gelê kurd tê tecrîdkirin. Ev tecrîdkirin polîtîkaya tune hesibandinê ye. Biryara DMME’yê nîşaneya dewama komploya navdewletî ya li dijî Birêz Ocalan e. Em vê biryarê ku li dijî hiqûq û mafê mirovan a navnetewî ye bi tundî şermezar dikin.”