MÊRDÎN – Di “Doza Ambulansa Cizîrê” de xebatkarên tenduristiyê yekem car derketin pêşberî dadgehê û gotin: “Me peywîra xwe pêk anî. Em ê piştevaniya tenduristiyê dewam bikin. Ji bo em vî 'sûcî' bikin me sond xwariye. Tişta me kir rast bû û dîsa jî bibe em ê pêk bînin.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de 14 xebatkarên tenduristiyê xwestibûn ji bo birîndaran korîdora tenduristiyê bê vekirin biçin Cizîrê. Der barê 14 xebatkaran de bi îdiayên “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirin e” doz li wan hat vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. 13 xebatkarên tenduristiyê di danişînê de amade bûn. Gellek nûnerên rêxistinên civakî yê sivîl û wekîlên HDP’ê jî dozê şopandin.
‘JI BO ME MAFÊ JIYANÊ GIRÎNG E’
Piştî tespîta nasnameyê kurtahiya îdianameyê hat xwendin. Dr. Încîlay Erdogan ewil parastina xwe kir û got: “Me wek TTB û SES’ê vê pêvajoyê ji nêz ve şopand. Tenê me neşopand, me di nav de jî dih girt. Çi li ku dibe bila bibe em ê bişopînin. Tişta ji bo me girîng bû mafê jiyanê ye. Ji niha şûn ve jî alîkariya tenduristiyê ji bo ku pêwîst be, em ê bezdin piştevaniya wan. Em ê bibin dermanê birîna wan. Ji bo em vî ‘sûcî’ bikin me sond xwariye û em ê vî sûcî bikin jî.”
‘TIŞTA ME KIR RAST BÛ’
Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Selma Atabey jî got tişta wan kiriye tişta herî rast bûye. Xebatkarê tenduristiyê Yekta Yildiz jî anî ziman ku sûcên li ser xwe red kir û ew ê pişt re der barê sûcê xistine stûyê wî dê paşê îfade bide.
Dr. Çagla Demîr jî got: “Li vir pîşeya me û rêbazên tenduristiya navnetewî tê darizandin. Tişta ku me kir rast bû û ji niha şûn ve dîsa jî ku piştevanî lazim be em ê bikin. Ez ê ji bo mafê jiyanê têkoşîna xwe dewam bikim.”
Ercan Donmze jî sûcên li ser xwe qebûl û got ew ê paşê parastina xwe bike.
Pişt re Dr. Halîs Yerlîkaya jî parastinê kir û got tişta wan kiriye li gorî etîka pîşeyê û nirxên wê bûne.
'EM NIKARIBÛN BÊDENG BIMÎNIN’
Hevserokê Şaxa SES’ê yê berê yê Êlihê Mustafa Yurtsever jî ku tê darizandinê parastina xwe kir û diyar kir ku ew nikaribûn li hember dengên ji Cizîrê bilind dibû bêdeng bimînin û ji ber xatirê vê yekê xizmeta mafê jiyanê pêk anîne.
'POŞMANIYA HERÎ MEZIN NE RIZGARKIRINA BIRÎNDARAN E’
Dr. Nafîz Karahanci jî destnîşan kir ku poşmaniya herî mezin ew e ku nikaribûne jiyana mirovan rizgar bikin û birîndar li ku bin ew ji bo wan tevdigerin.
'ME PEYWÎRA XWE PÊK ANÎ’
Yek yê tê darizandinê Dr. Omer Faruk Erîn jî da zanîn ku wan peywîra xwe ya mirovî û pîşeyî pêk anîne û tevî ku ew xebatkarên tenduristiyê bûne jî çûna wan a Cizîrê hatiye astengkirin.
‘SES Û TTB MAFÊ JIYANÊ DIPARÊZ E’
Dr. Sadik Çayan Mahmutoglu jî anî ziman ku ew wek TTB’ê û SES’ê mafê jiyanê diparêz in.
Xebatkarên din ên tensuristiyê jî parastina xwe kirin û gotin tişta wan kiriye rast e û berata xwe daxwz kirin.
DOZGER XWE BI DOSYEYÊ NE ÊŞANDIYE
Pişt re parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û gotin “Dozgerî ji bo lêkolînê neketiye nav hewldanan jî.” Parêzeran berata miwekîlên xwe daxwaz kirin.
DOZ TALOQ BÛ
Piştî parastinan heyeta dadgehê daxwazên dozger ên lêkolîna dozê qebûl kir û danişînê taloqî 26’ê kanûnê kir.