SILÊMANÎ - Li Herêma Kurdistana Federe hêzên asayîşê, polîs û pêşmergayan ji bo hilbijartina parlamentoyê çûn ser sindoqan û deng dan.
Li Herêma Kurdistana Federe, ji bo hilbijartina parlamentoya 30'ê Îlonê roja Yekşemê, hêzên asayîşê, polîsan û pêşmergeyan çûn ser sindogan û deng dan. Îro saet 08:00’an li 99 navendan dengdana taybet a ji bo hilbijartina parlamentoyê dest pê kir.
Mafê dengdana 170 hezar û 468 memûr û peywirdarên ewlekariyê hene ku deng bidin. Welatiyê herêmê jî dê 30'ê Îlonê roja Yekşemê biçin ser sindoqan û deng bidin.