ÇEWLÎK - Li Çewlikê qedexeya li 26 herêman hatibû îlankirin, bi hinceta “Ewlekariya taybet” heya 11’ê Cotmehê hat dirêjkirin.
Li çolterên navend û navçeyên Çewlikê, qedexeya li 26 herêman di 28’ê Tebaxê de hatibû îlankirin, bi hinceta “Ewlekariya taybet” heya 11’ê Cotmehê hat dirêjkirin. Walitîya Çewlikê daxuyanî da û got: “Ji bo hizûr, ewlekarî û canê welatiyan” wan ev qedexe îlan kirin.
HERÊMÊN QEDEXWE LÊ HAT DÎRÊJKIRIN WIHANE
Herêmên Ortaçanak, Zozana Hasar, Girê Hasar, Feratan, Zozanên Çir, Newala Merdiven, Newala Monçu ên navenda Çewlikê.
Herêmên Geliyê Sevkar, Çiyayê Şeytan, Newal Şeytan û Îlbey ên navçeya Azarpêrt.
Herêmên Saggoze, Buyukçag, Yeniyazi, Dîkpinar, Derman û Şekeran ên navçeya Dara Hêne.
Herêmên Yenîbaşak-Doguyeli yên navçeyên Bongilan.
Herêmên newalên Horîvanik, Tahkim, Pohus, Manav, daristanên Kirkoy û Guneşlik Gokçedal ên navçeya Xorxol.
Herêma Çomakderesî ya navçeya Gêxî.
Herêma Daristanên Karacehennem a navçeya Kanîreş û Zozanên Akimli yên navçeya Çêmê.