ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku biryara DMME ya redkirina serlêdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan siyasiye û got: “DMME tersî armanca avakirina xwe tevgeriyayae û ev sûce.”
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a mûwekîlên wan di sala 2008’an de rastî îşkencê û mûameleyên xerab hatinê ya sala 2010’an hatibû kirin, red kir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Omer Ocalan, biryara redkirina DMME ya piştî 8 salan nirxand û wiha axivî: “Di vê biryarê de, me carek din jî dît, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî êdî bi dewletan re tevdigerin. Berê jî bi dehan car me vê yek anî ziman. Di kûrkirina tecrîta li ser Birêz Ocalan de, para CPT, DMME û Konseya Ewropayê heye.”
'JI XWE DIYAR BÛ'
Ocalan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hêzên navneteweyî bi Tirkiyeyê re li hev kirine. Bi vê biryarê dixwazin tecrîta li ser Birêz Ocalan daîmî bikin. Di vê mijarê de biryara DMME dayî ne şaşwaze. Ji ber ku DMME rêxistineke navneteweyî ya siyasiyhe. Li gorî dengeyên siyasî tevdigere. Êdî ji rewşa parastina nirxê mafê mirovan derketiye. Di vê biryarê de têkiliyên siyasî û aborî hene. Bi vî awayê tecrît ji aliyê Ewropayê ve hat qebûlkirin.”
Ocalan, anî ziman ku destûrê nadin kes biçe gel Birêz Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şandeya Îmraliyê sê salin naçin gel Ocalan û ev 7 salin jî parêzerên wî nikarin biçin hevdîtinê. Hemû mafên wî yên telefonê, nameyan, hevdîtinan û parêzeran tên astengkirin. Mixabin ev hemû pêkanîn û bêmafî ji aliyê DMME vê hatin qebûlkirin. Giraniya DMME bi vê biryarê re ket. Bi biryarên wiha dixwazin pirsgirêkên li Tirkiyeyê kûrtir bikin. DMME bi vê biryara xwe, rê li ber kûrkirina dijminantî û nakokiyên dinavbera gelan de vekirin.”