WAN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, bi riya malbatên xwe zextên li ser girtiyan anîn ziman. Girtiyan diyar kirin ku 2 girtî rastî lêdanê hatine û difinê yekî şikestiye.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, bi riya malbatên xwe bal kişandin ser zextên li ser girtiyan. Girtiyan diyar kirin ku kawîşê wan 2 salin nayên dermankirin û bi awayekî keyfi li odeyên wan lêgerîn dikin.
GIRTÎ DERB KIRIN
Girtiyan diyar kirin ku gardiyan bê navber dikevin nava hewldanên provokasyonê û di 21'ê Tîrmehê de di mudaxaleya li dijî kawîyekê Medet Oruç û Karwan Mirzayî rastî lêidanek dijwar hatine. Girtiyan anîn ziman ku di lêdanê de difinaı Medet Oruç şikestiye û têkildarî vê derbê rapor girtiye. Girtiyan anîn ziman ku mafê girtiyan ê bi venêrtinê biçin girtîgehên navçeyan ji destê wan hatiye girtin û mafê girtiyan binpê dikin û wiha gotin: "7 hevalên me yên girtî bi îdîaya "bombekar in" bi salan in di yek hucreyê de tên girtin. Nameyan nadin girtiyan. Bi zanebûn rastî cezayê hucre û dîsîplînê tên. Nameyan heta mehekê bi keyfî nadin girtiyan. Nameyên navxweşî dişînin 3 meh şûnde digêjin destê wan. Nameyên bi kurdî ji bi sedema “tercuman tune" nadin girtiyan."
HER TIŞT QEDEXE YE
Girtiyan da zanin ku her der qirêj e û ev yek gefek mezin li tenduristiya girtiyan dixwe. Li korîdora ku girtiyên siyasî lê tên girtin endamên FETO lê tên girtin. Radyoyên me yên di depoyê de bi sedema "pêla kin e" desteser kirin. Dîsa hêjmara pirtûkan bi sînor kirine. Destûr nadin ku girtî odeyan biguherînin. Saet, tembûr, gitar, bilûr û malzemeyên muzîkê nadin girtiyan."
Girtiyan ji her kesî xwest ku li dijî van binpêkirinên mafan hestiyar tev bigerin.