AMED - Welatiyekî ku ji Girtîgeha Tîpa F a Sincanê derket, diyar kir ku gardiyan xwarinê di mazgalê de ji girtiyan re davêjin û got: "Di gelek girtîgehan de mam. Lê tiştên min li Girtîgeha Sincanê dîtin, min li tu derî nedîtin."
Li Girtîgeha Tîpa F a Sincanê, binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne. Welatiyekî ku çend hefte berê hat berdan û nexwest navê wî bê nivîsandin, behsa binpêkirinên kêfî yên li girtîgehê kirin.
Welatiyê hat berdan bilêv kir ku li girtîgehê 3 ode aîdî PKK'yiyan e û di demên dawî de gelek girtî û hikûmxwar sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Welatî, anî ziman ku kesên tên girtin li girtîgehê bi pêkanînên dermirovî re rû bi rû dimînin, lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û girtiyên vê yekê qebûl nakin bi awayekî fizîkî mduaxileyî wan tê kirin. Welatî, bilêv kir ku heqaret li girtiyan tê kirin û gef li wan tê xwarin û nêzî 30 girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine îşkencekirin.
'XWARINÊ DI MAZGALÊ DE DAVÊJIN'
Welatî bal kişand ser pêkanînên kêfî yên girtiyan û destnîşan kir ku gardiyan xwarinê di mazgalê de davêjin cem girtiyan. Welatî, diyar kir ku name û daxwaznameyên ew dinivîsînin bi awayekî kêfî ji navnîşanê wan re nayên şandin û her wiha pirtûkên ji wan re tên şandin jî nadin wan.
'ZEXT Û ZORÎ ZÊDE NE'
Welatî, diyar kir ku bi awayekî kêfî nêzî girtû û hikumxwarin dibin nexweşxaneyê dibin û dema nexweşan ji nexweşxaneyê tînin pêlavên wan ji wan dikin û lê gerînê dikin. Welatî bilêv kir ku heta girtî diçe qawîşa xwe ev yek 3 caran tê dubarekirin. Welatî destnîşan kir ku ev yek îşkence ye û got: "Zêde zêde zext ûz orî hene. Bi heqaretwarî nêz dibin."
'ROJNAMEYAN DIQIRMIÇÎNIN Û DIDIN GIRTIYAN'
Welatî, diyar kir ku ew ji bo pêdiviyên xwe lîsteyekê amade dikin û dişînin kantîna girtîgehê, lê belê nêviyê lsîteyê tê. Her wiha welatî destnîşan kir ku rojnameyên rojane jî tên qirmiçandin û bi vî awayî didin girtiyan û got: "An rojnameyan şil dikin an jî wan diqirmiçînin. Tenê rojnameya Evrenselê didin."
Welatî, diyar kir ku li girtîgehê sîxurtî li hin girtiyan tê ferzkirin û ên vê yekê qebûl dikin bi şertê venêrîna edlî tên berdan. Welatî anî ziman ku ew di gelek girtîgehan de maye û got: Di gelek girtîgehan de mam. Lê tiştên min li Girtîgeha Sincanê dîtin, min li tu derî nedîtin."
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê belê rayedarê girtîgehê got: "Girtîgeh girêdayî Serdozgeriya Komarê û wezaretê ne. Girtîgeh bi sazî û eksan re rasterast nabe muxatab. Ger hûn bixwazin tiştekî li hevpeyvînê zêde bikin divê hûn serî li Serdozgeriya Komarê an jî Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bidin."