NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji rojnameyên Elmanya Neus Deutschlanê îro bi manşeta, “Tu ne bi xêr hatî Erodgan” derket pêşberî xwendekarên xwe.
Yek ji rojnameyên Elmanya Neus Deutschlan îro bi manşeta Kurdî “Tu ne bi xêr hatî Erdogan” bersiv da çûyîna Erdogan a Elmanyayê. Rojnameya Neus Deutschlanê ji bo balê bikişîne ser serdana Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku ji duh nîvro ve li paytexta Berlîna Elmanyayê ye û dest bi danûstandinên fermî kiriye, manşêta xwe bi Kurdî da.
Rojnameya ku bi manşêta ''Tu ne bi xêr hatî Erdogan” derket, ragihand ku Erdogan li Elmanyayê ji hêla derdorek berfireh û mûxalefetê ve nayê xwestin. Rojnameyê sûcên Erdogan ên van demên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyê bi bîr xist û rexne kir ku Erdogan çima xaliya sor tê pêşwazîkirin.