ENQERE – HDP strantejiya xwe ya hilbijartinên herêmî ya 2019’an hêdî hêdî zelal dike. HDP li ser namzetên bajarên mezin ên mîna Stenbol, Îzmîr û Enqerê ku dê dengan ji her aliyî bigire gengeşeya “namzetên hêja” dike.
Li ser mijara hilbijartinên herêmî AKP û MHP’ê li hev kir. Strantejiya muxalefetê ya hilbijartina herêmî jî mijara meraqê ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên têkildarî hilbijartinê bi konferansên bajaran da destpêkirin. HDP gengeşeya dê hem li bajarên heremê û hem jî li bajaranên rojavayê Tirkiyeyê stratejiyek hilbijartinê çawa birêve bibe dike.
HDP’ê têkildarî mijara hilbijartinê bi navê “Hevdîtina Muxalefeta Demokratîk” li 60 navendan civîn li dar xist. Dawiya vê hefteyê jî Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa HDP’ê dê civînan li dar bixin û dê carek din amadekariyên hilbijartinê û gengeşeya îtîfaqê carek din deyne ser maseyê.
HDP armanc dike hemû şaredariyên wan ên qeyûm tayîn kirinê û hejmara şaredariyên xwe yên heyî zêde bike û bi stratejiya li rojavayê Tirkiyeyê jî dengên xwe zêde bike xwe ji bo hilbijartinê amade dike.
JO BO BAJARÊN MEZIN NAMZETÊN HÊJA
Li gorî ji çavkaniyên HDP’ê hatin bidestxistin; di serî de li bajrên mezin ên mîna Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo bajarên mezin gengeşiya “namzetên hêja” birêve dibe. Tê payîn dê namzetên ku ji hemû aliyan deng bigire bên nîşandan. HDP ji bo namzet nîşandanê dê di her warî de bi hesas tevbigere. Çavkaniyan ragihand ku ji niha şûn ve dê HDP ji niha şûn ve li ser hilbijartinê xebatên berfireh bide destpêkirin.
MA / Hayrî Demîr