AMED – Danişîna doza derbarê leşkerê li Licê Medenî Yildirim kuşt hat taloqkirin. Parêzer Rheyan Yalçindag Baydemîr got “Çek bi awayek kêfî hatiye bikaranîn. Heta îfadeyên ên fermana gulebaranê dane nehatiye girtin.”
Li gundê Hêzan ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 28’ê hezîrana 2013’an de komek welatî çêkirina karakol û qeleqolan şermezar kirin. Leşkeran çalakiya welatiyan gulebaran kiribû û ciwanê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû. Der barê leşkerê Yildirim kuştibû doz hatibû vekirin û dadgeha herêmî ya Amedê biryara beratê dabû esker Adem Çîftçî. Lê Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmê xera kiribû û dosyeyê carek din şandibû Amedê.
Çîftçî ji sûcê “Di bin sorkirina neheq de bi qestî kuştin” bi daxwaza cezayê hepsê yê heta 18 salan tê darizandin. Danişîna doza esker Çîftçî li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzer di danişînê de Amedê bûn. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, rêveberên HDP’a Amedê û dayika Yildirim Fahriye Yildirim û birayê wî Mehmet Yildirim danişînê şopandin.
Serokê dadgehê ji bo heta 30 rojan rapora pispor a keşfê amade bibe da.
‘ÎFADEYÊN RAYEDARAN NEHATINE GIRTIN’
Parêzera malbata Yildirim, Reyhan Yalçindag Baydemîr di danişînê de axivî û û wiha got: “Çek bi awayek kêfî hatiye bikaranîn. Heta îfadeyên ên fermana gulebaranê dane nehatiye girtin. Em ê pêşiya vê dozê bernedin.”
Heyeta dadgehê ji bo girteka keşfa cihê bûyerê û rapor amade bibin biryara da û dozê taloqî dîrokek pêş kir.