EDENE - Li Edeneyê Canan Canpolat ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kêrkirin û bi giranî birîndar bû. 2 kesên jina ciwan rakirina nexweşxanê, derbarê bûyerê de hatin binçavkirin.
Jina 24 salî Canan Canpolat, şevê din saet 04.00’an li Taxa Îsmetpaşa a navçeya Seyhana Edeneyê li malê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kêrkirin. Canpolat bi giranî birîndar bû. Erhan A. û kesekê din ê navê wî nehat zanîn ên hat diyar kirin ku di dema bûyerê de li malê bûn, bi wesayîta xwe ya taybet Cnapolat birin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê. Canpolat ji ber windakirina xwîna zêde bijîşkan rakir emeliyetê û hat diyar kirin ku rewşa wê girane.
Erhan A. û kesê navê wî nehat zanîn ên Canpolat rakiribûn nexweşxanê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û li malê lêpirsîn hat destpêkirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.