AMED - Heyeta dadgehê têkildarî doza ku li Parlamenterê HDP'ê yê Bedlisê yê berê Husamettin Zenderlîoglu hatiye vekirin de ji Meclîsa Tirkiye xwest ku di xebata avakirina Qanûna Bingehîn de tu dawetiye ji KCD'ê re nivisandiye ya na û ger kuk şandibin mînakek wê bişînin.
1'emîn danişîna doza parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê yê serdema 24'emîn Husamettin Zenderlîoglu li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Der barê zenderlîolgu de bi sedema dema di sala 2012'an de endamê KCD'ê bû “entamtiya rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. Danişîna Zenderlîoglu piştî li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Zenderlîoglu ku serbest tê darizandin û parêzera wî Fatma Hopikoglu amade bû.
Zenderlioglu, di parastina xwe de diyar kir ku tu têkiliya KCD'ê û PKK'ê bi hev tune û KCD rêxistinek rêzdar a ji pêkhatiyên rêxistinên sivil pêk hatiye ye. Zenderlioglu, anî ziman ku ji bo aştî û çareseriyê xebatê dike û wiha got: "Li ser dawetiya Seroke Meclîsê Cemil Çiçek ya 2012’an min di komisyona Çareseriyê ya Meclîsê de cih girt. Ez bêtir bi kurdî di axivim. Xebatên KCD'ê li ser esasê siyaseta demokratîk in.
BI SIRÛDA ‘EY REQIP’ TAWANBAR KIR
Dozger di îdîanameyê de Zenderlioglu, bi sirûda “Ey Reqib” tawanbar kir. Zenderlîoglu, di parastinê de got "Sidûda Ey Reqib di sala 1938'an de bi kurdî ji aliyê şaîrê kurd Dildar (Yunus Rauf) ve hatiye nivîsandin û tu kêliya vê helbestê û PKK'ê bi hev tune ye.
MECLÎSÊ KCD DAWET KIR
Parêzera Zenderlioglu Fatma Hopîkoglu jî parastin kir û got "Meclîsê KCD ji bo çareseriyê muxatab girt û dawet kir. Di 2012’an de di serdema avakirina Qanûna Nû de Cemil Çiçek dawetiye ji KCD'ê re şandiye."
Li ser vê yekê heyetê xwest nivîsê ji Meclîsê re bişîne ku dawetiya ji KCD'ê re şandiye ya na û ger ku şandibe mînakek wê ji heyeta dadgehê re bişîne. Heyetê doz taloqî dema pêş kir.