SÊRT – Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê Sêrtê Îdrîs Îlhan, ji ber li ser hesabê medyaya civakî peyva “Ne ji ber ku dolar zêde dibe em têk diçin, ji ber em têk diçin dolar zêde dibe. Dolar 7.15" parve kir bi îdîaya “Maxalefeta zagona piyaseya sermayeyê kiriye" hat girtin
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê Sêrtê yê HDP'î Îdrîs Îlhan di 25'ê Îlonê de di serdegirtina malan de hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna wî ya li midûriyeta polisan di 26'ê Îlonê de sewqî dozgeriyê kirin. Dozger ji ber gotina Îlhan a "Ne ji ber ku dolar zêde dibe em têk diçin, ji ber em têk diçin dolar zêde dibe. Dolar 7.15" parve kir bi îdîaya “Maxalefeta zagona piyaseya sermayeyê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta Dadgeha Sulh Ceza ya Sêrtê jî bi heman îdîayê der barê Îlhan de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Îlhan di parastina xwe de diyar kir ku ev mesele 80 milyon mirov eleqeder dike û wî nirxandina xwe ya aborî anîye ziman. Îlhan, da zanîn ku tu armanca wî ya manipulebûnê tune ye. Heyetê der barê Îlhan de biryara girtinê da û şand Girtîgeha tîpa E ya Sêrtê.