AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, destnîşan kir ku divê kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin. Taşçier bang li hemû derdorên civaka kurd kir û got: "Yekîtiye netewî ne hatina gel hev a di bin sîwanekê de ye, tevgerîna hevpar a ji bo parastina destekftiyên kurda ye."
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, bal kişand ser yekîtiya netewî ya kurdan. Taşçier, bilêv kir ku kurd ji mêj ve ji bo yekîtiya netewî tev digerin û got: "Yekîtiya Netewî ji bo kurdan bivê nevê ye."
Taşçier, diyar kir ku lêgerîna di navbera kurdan de li gor konjukturê diguhere û ji bo pêkanîna yekîtiya netewî bênavber dixebitin. Taşçier, bilêv kir ku pêkhatina yekîtiya netewî ya kurd dê bi xwe re demokrasiyê bîne Tirkiyeyê jî. Taşçier diyar kir ku ji bo vê yekê ew hevdştinê bi hemû derdorên civaka kurd re pêk tînin û got: "Eger li Kurdistana ku bûye çar perçe yekîtî pêk neyê, ne mimkun e ku di têkoşîna azadiyê de jî bi ser bikevin."
Taşçier, diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku li Kurdistana Bakur yekîtiya netewî pêk bînin û paşê li perçeyên din. Taşçier got: "Eger hûn li perçeyekî yekîtiya netewî pêk neynin, hûn nikarin li perçeyên din jî pêk bînin." Taşçier, bilêv kir ku yekîtiya netewî ya li Tirkiyeyê û perçeyên din ne di asteke jor de ye û got: "Çimkî berjewendiyên partiyê li pêçiya ên gel in."
‘YEKÎTÎ HEVPARÎ YE'
Taşçier, destnîşan kir ku hêzên hegemonîk bi polîtîkayên xwe yên li ser kurdan pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd asteng dikin û got: "Ev hêz mudaxileyî yekîtiya netewî dikin. Pêkanîna diyalogê ya di navbera kurdan de asteng dikin." Taşçier, diyar kir ku divê li hemberî van polîtîkayan kurd bêtir diyaloga navbera xwe xurt bikin. Taşçier, bang li hemû derdorên civaka kurd kir û got: "Yekîtiye netewî ne hatina gel hev a di bin sîwanekê de ye, tevgerîna hevpar a ji bo parastina destekftiyên kurda ye. Li Tirkiyeyê kurd di bin zext ûz oriyan de ne. Kesekî dibê ez kurd im bi girtinêr e rû bi rû dimîne. Bilêvkirina peyva Kurdistanê jî qedexe ye. Ev destkeft, roj bi roj tên binpêkirin. Destekftiyên têkoşîneke sedsalî yeko yeko tên desteserkirin. Wekî salên 80'yî em bi qedexekirinan re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê 25 milyon kurd hene, lê hîn jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune ye. Yekîtiya netewî li hemberî tunekirina destkeftiyan reflekseke hevpar e."
‘PÊŞ VE DIÇE'
Taşçier, destnîşan kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ew diyaloogê bi derdorên kurd re datînin û got: "Berê diyalog tune bû. Niha bi diyalogan tên gel hev. Em bi kîsan partiyên siyasî û derdoran re hevdîtinê çêdikin, bal dikişînin ser girîngiya yekîtiya netewî. Ji bo vê jî ya dikeve ser milê me jî ew e ku yekîtiya netewî pêk bê." Taşçier, diyar kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî pêdiviya wan bi wextê heye û got: "HDP jî di nav de partiyên kurdan hemû nû nû hay ji vê yekê çêbûn. Niha xebatên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî baş dimeşin û hêviyê didin."
‘DIVÊ GAVÊN HEVPAR BÊN AVÊTIN'
Taşçier, anî ziman ku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî dê di pêş de civînekê bi hemû dînamîkên kurdan re çêbikin û got: "Em ê li dor daxwazên gelê kurd bên cem hev û ji bo vê xebatên me hene. Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin divê hemû dînamîkên kurdan bi awayekî hevpar tev bigerin û gav bavêjin."
Taşçier, diyar kir ku eger li hemû perçeyan yekîtî pêk bê, dê ev yek tesîrê li siyaseta wî welatî jî bike û got: "Divê dînamîkên kurdan û şexsiyetên kurd bên cem hevdu. Divê partî bên cem hevduç Em naxwazin tu partî xwe fesix bikin. Yekîtiye netewî ne hatina gel hev a di bin sîwanekê de ye, tevgerîna hevpar a ji bo parastina destekftiyên kurda ye. Armanca me ev e û ji bo vê yekê xebatên me hene."
MA/ Mehmet Şah Oruç