* Cevdet Çokdîl, behsa kalê xwe Broyê Heskê Têlî ku yek jii pêşengên Serhildana Agiriyê bû kir. Çokdîl got: "Hîn jî ruhê Broyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê ye. Broyê Heskê Têlî çirûskek bû. Ew çirûsk bû agir."
* Nivîskarê pirtûka "Ûmûda Bîr Ulke" Firat Can, diyar kir ku dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hat kirin 10 rojan di hucreyê de hatiye hiştin û hatiye îşkencekirin. Can got: "Bi pirtûka min 'Ûmûda Bîr Ulke' li serê xitin û gotin 'vê carê jî tiştên em tînin serê te binivîse.'"
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Licê hat kirin, bi 500 hezar lîreyî du qûleyên saetan çêkirin û li ser wan "yek netew, yek welat, yek dewlet û yek ala" nivîsand.
* Li Êlihê, mêrê bi navê P.K., ji bo fuhûşê gef li jina bi navê B.R. xwarin. B.R., giliyê P.K. kir. P.K. hat binçavkirin û piştî îfadedayînê bi hinceta "delîl kêm in" hat berdan.
* Mizgeft û Medreseya Rizvaniye ya li penaha Gola Masiyan e, hin dik maye birûxe.
* Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, destnîşan kir ku divê kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin. Taşçier bang li hemû derdorên civaka kurd kir û got: "Yekîtiye netewî ne hatina gel hev a di bin sîwanekê de ye, tevgerîna hevpar a ji bo parastina destekftiyên kurda ye."
* DMME, dê serlêddana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê Ocalan rastî îşkence û muameleye xerab hatiye biryar bidin.
* Rêxistinên Hiqûqê ji bo hempîşeyên xwe yên girtî dê li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê di hefteya 72'an de Çalakiya Nobetê berdewam bikin. (11.30)
* Malbatên Roboskîyî ji bo lêgerîna edaletê dê di hefteya 352'an de li ser gorên zarokên xwe daxuyaniyê bidin. (17.00)
* Xebatkarên Tenduristiyê yên ji ber alîkariya xizmeta tenduristiyê bir ji birîndarên li kolanê Cizîrê Asê mabûn û doz li wan hat vekirin, dê li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrdînê panela "Mafê tenduristiyê" pêk bînin. (17.00)