NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Denîz Varli, ji ber vîdeoya dara hatiye birîn kijand û li ser medya civaki parve kir û kir nûçe der barê wi de lêpirsîn hat vekirin.
Rojnameger Denîz Varli yê li Rîze nûçegîhaniya herêmî dike, ji ber dara hatiye birîn videoya wê kişand û li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir der barê wî de lêpirsîn hat vekirin. Piştî aredarê AKP'î Rojnameger Deniz Varli kir hedef, Midûriya Polîsan a Rîze bang li wî kir û xwest îfade bide. Deniz Varli li ser hesabê xwe yê medya vîdeyoê dara hatiye birîn kişandibû û parve kiribu. Şaredarê Rizeyê Prof. Reşat Kasap jî li se hesabê xwe bersive dabu Denîz u gotibu bi van vîdeoyan zerare dide Rîzeyê. Pişti vê yekê polisan bang lî kir û îfadeya wî girtin.
Varli, diyar kir ku hem li Rîzeyê rojnaemger e û hem jî di heman demê de mimarê peyzajê ye û xwedî agahî ye ku dara sed salî çawa be parastin e. Varli, ani ziman ku daxuyaniya şaredariyê bi wî pêkenok e û wiha got: "Em hemu li Heman cihanê dijîn. Em dizanin ku li Stenbol û Bûrsayê dara çinarê ya 300-500 salî çawa tê parastin."