NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên Amûdê ji bo pêkanînên komên çekdar ên li ser axa Efrînê şermezar bikin meşiyan. Girsê helwesta Tirkiye şermezar kir. Hevserokê Meclisa Amûdê Adullah Îbrahîm Ehmed anî ziman ku li Efrînê berxwedaneke dîrokî didome û dê tu kes nekaribe vîna gelê kurd bişikîne.
Bi hezaran welatiyên Amûdê bi armanca şermezarkirina komên çekdar ên hêza xwe ji Tirkiye distînin şermezar bikin, çalakiyeke girseyî pêk anîn. Bi hezaran kesên li Qada Şehîd Cîhad kom bûn û meşiyan. Beriya meşê şêniyên navçeya Amûdê dikanên xwe girtin û tev li meşê bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC û HPC-Jinê tedbîrên ewlehiyê stendin. Hêzên trafîkê jî hatin û çûna li nav bajar kontrol dikir. Di çalakiyê de welatiyan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn, ala TEV-DEM, Kongreya Star, YCR/YJR û çiqlên darên zeytûnê ku bûne nîşana Berxwedana Serdemê û pankartên ‘Efrîn kela berxwedanê ye’ hilgirtin. Meşvan ber bi Navenda Ciwanên Amûdê ve meşiyan. Li wir meş veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
‘Tu kes nikare vîna gelê kurd bişikîne’
Li qada mîtîngê hevserokê Meclisa Amûde Abdullah Îbrahîm Ehmed axivî û Berxwedana Serdemê silav kir. Ehmed polîtîkayên Tirkiye şermezar kir û wiha got: “Li dijî teknîka pêşketî, berxwedaneke dîrokî li Efrînê tê meşandin. Vîna gelê kurd tu carî bi teknîka pêşketî nayê şikandin. Mînaka wê jî berxwedana Efrînê ye. Dewleta tirk a dagirker dixwaze çeteyên li Idlibê derbasî herêma Efrînê bike. Tevî vê jî hêzên navneteweyî bêdeng in. Berjewendiyên dewletan, pêşî li mirovahiyê digirin. Divê li dijî van kiryaran, hêzên cîhanî xwedî helwest bin.”
Piştî axaftinan, mîtîng bi dirûşmên "Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Her der Efrîn her der berxwedan" bi dawî bû.