ŞIRNEX - Çiyayê Cûdî ya bi sedan darên wê bûn xelî, piştî topbaranê dîsa şewat bi daristanan ket.
Li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, ku ji havînê de bi şewata daristanên xwe di rojevê de ye, îro piştî topbaranê dîsa şewat bi daristanan ket. Şewata li nêzî bajaroka Dêrgulê rû da, bi tu awayî kes mûdaxeleyî wê nake. Şewata rû da ji bajêr ve jî xuya dike.
Li Çiyayê Cûdî di rojên derbas bûyî de jî li hin cihan şewat bi daristanan ketibû û ligel darên fisteqan bi hezaran dar bûbûn xelî.