ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser daxwaza HP’ê ya Efûyê û wiha got: "Ev daxwaz wekî "rastkirina înfazê" ye. Ger ku AKP û MHP’ê dixwaze girtiyên nexweş tahliye bike wê demê bila xala 16’emîn biguherîne. Bila bi vî rengî Alaattin Çakici û girtiyên din ên nexweş jî bên berdan. bila cidakarî j holê rake."
Hevserokê Navenda Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Ozturk Turkdogan û rêveberên komeleyê têkildarî daxwaza MHP’ê ya efûyê rapor amade kirin û li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê Navendê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan rapor aşkere kir. Turkdogan, anî ziman ku MHP bi zagona "Guherîna der barê hin sûcdaran bên berdan" de niqaşên efûyê daye destpêkirin û wiha got: "Ev ne efû ye. Ev guhertina înfazê ye. Daxwaza zagonê tu efûya taybet û efûya giştî venahewîne. Ji ber vê yekê ev zagon divê wekî zagona Efûyê neyê niqaşkirin.
BILA HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN
Turkdogan, anî ziman ku li gorî serdestiya hiqûqê darizandinek nayê kirin û wiha got: "Li pêş darizandina adîl astengiyên pir mezin hene. Ger ku dixwazin kesekî tahliye bikin, wê demê li aliyê din bi hezaran girtiyên nexweş hene. Ger ku hûn dixwazin girtiyên nexweş serbest berdin, wê demê xala înfazê ya 16’an ji nûve biguherinin. Bi guhertina vê xalê bila Alaattin Çakici û hemû girtiyên din bila bên berdan. Bila cudakarî ji holê raeb. Em bûn şahid ku girti Koçer Ozdal bi kelepçeya bi doşekê ve girêdayî jiyana xwe ji dest da. Yên ev daxwaz pêşkêş kirine ma qet wîcdanê wan tune. Na ger ku armanca wan cuda be, wê demê pirsgirêk heye. Li Tirkiye ku siyasetmedar Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û Osman Kavala girtî bin û dixwazin hin kesên din bavêjin girtîgehê. Divê ev armanc neyê qebûlkirin. Ev rewşek talûye ye.
GER KU EV DAXWAZ BIBE ZAGON DÊ GIRTIYÊN EDLÎ BÊN BERDAN
Turkdogan, bal kişand ser encamê vê daxwazê û wiha got: “Ger ku girtiyekî edlî 10 salan ceza bigire, dê 5 salan li girtîgehê bimîne. Lê ger ku ev daxwaz bibe zagon ji ber ku 5 salan kêm dibe, ev kesên edlî dê bêyî ku têkevin girtigehê serbest bên berdan. Yanî kesê 10 sal ceza bigire dê neyên girtin. Dîsa girtiyên siyasî yên 10 salan ceza li wan tê birîn 7.5 salan girtî dimînin. Ji ber ku ev daxwaz cezayê TMK’ê naxe nava sînorê xwe girtiyên siyasî dê dîsa 7.5 salan li girtîgehê bimînin. Li vir newekhevî û bê edaletî heye.
Turkdogan, da zanîn ku nêzî 250 hezar girtî hene û wiha lê zêde kir: "Yek ji pirsgirêkên mezin hêjmara zêde ya girtiyan e. Hemû girtîgeh tije ne. Em dipirsin çima ew qas mirov girtî ne? Hûn bi kinkirina dema girtinê nikarin pirsgirêkê çareser bikin.
NEDIYARIYA PÊNASEYA TERORÊ YA TMK’Ê
Turkdogan, anî ziman ku yek ji pirsgirêkan nediyariya pênaseya terora di xala Zagona Tekoşîna Bi Terorê re (TMK) ye. Di 5 salên dawî de bi giştî 81 hezar û 63 kes ji ber azadiya ramanê hatin girtin. Têkildarî mijarê Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropa (KE) û Yekitiya Ewropa (YE) dem dem daxuyanî didin û diyar dikin ku pênaseya terorê ya TMK'ê gelek berfireh e û dixwazin sînorê vê pênaseyê teng bikin. Ji ber ku ew qas pênase berfireh e gelek mafên mirovan tên binpêkirin. Niha rojnameger, sendîka, nivîskar, akademîsyen, jin, kedkar û parazvanên mafên mirovan ji ber vê xalê tên girtin.
SÎNORKIRINA MAFÊ ÎFADE, RÊXISTIN Û SIYASETÊ
Turkdogan bal kişand ser sînorkirin û cezakirina sererastkirina mafê siyaset, îfadeyê û rêxistinbûnê ya Qanûna Cezayê Tirk de û ji ber van pêkanînên qanûnan ji parêzvanê mafê mirovan bigire heta siyasetmedar tên girtin û cezakirin.
‘JI HEQARETA ERDOGAN 12 HEZAR 444 DOZ HATIN VEKIRIN’
Turkdogan bal kişand ser azadiya îfadeyê û got: “Ji ber xala 299’an di 5 salan de derbarê 12 hezar û 444 kesan de doz hatin vekirin. Sedema van dozan hemû jî bi îdaya ‘Heqaretkirina Erdogan’ e.”
‘TECRÎDKIRINA OCALAN LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’
Turkdogan da zanîn ku di navbera mehkûmên siyasî û edlî de bêwekhevî heye. Turkdogan biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) a derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da jî bibîr xist û got: “Divê êdî Tirkiye gav biavêje. Tecrîdkirina Ocalan li dijî mafê mirovan e.”
1453 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
Turkdogan, da zanîn ku li Tirkiye Hezar û 453 girtiyên nexweş ku rastî cezayê muebeta giran hatine û nayên berdan hene. Turkdogan, der barê rewşa girtiyên nexweş de wiha got: “Divê cezayê wan ê hepsê ji ber nexweşiya wan bê taloqkirin. Rejîma infazê bi vê zagonê dibe sedem ku yên rastî cezayê heta heta hatine, girtîgeha di nava girtîgehê de bijîn. DMME'ê di biryarê der barê Ocalan, Gurban û Kaytan de heviya berdanê dabû.
Di raporê de ev pêşniyar haibû kirin:
* Pêşniyara MHP’ê ya daxistina bi şert pir bi pirsgirek e. Li gorî hiqûqê di navbera sûcdaran de cûdakarî li dijî wekheviya Qanûna Bingehîn e. Ev betir li girtîgehan pirsgirêkê zêde dike.
* Divê pênaseya terorkê ya TCK’ê li gorî peymanên navneteweyî ku tirkiye aliyê wê ye bê guhertin û rastkirin.
* Divê TCK li gorî xalên 220 û 314'an yên DMME'ê ji nûve bê rastkirin.
* Divê astengiyên li pêş azadiya ramanê û asaziya siyasetê bê rakirin.
* Divê Dadgehen bi rayeya taybet û dadgehên cezayên giran bên girtin. Divê dadgeriyên Ceza yên Sulhê li gorî Komîsyona Venedikê ji nûve bên rastkirin.
* Divê hikmê xala CMK 100/3'an ya sibe sedem ku bi hêsanî bê girtin bê rakirin. divê hikmê komkirina delîlan ji pêş bê rakirin. Divê mafê darizandina adîl bêk bê. Hemû guhertinên ku bi OHAL û KHK’ê pêk hatin, divê disa paşve bên kişandin û wekî berê bên rastkirin.
* Divê cudakariya di zagona înfazê de ji holê bê rakirin. Divê dema înfazê ya heamû girtiyan wek hev be.
* Divê cudakariya li pêş berdana bi kontrol ji bo her kesî wek hev be.
* Divê astengiyên li pêş berdana girtiyên nexweş bên rakirin.
* Divê dest ji înfaza girtiyên ku rastî cezayê muebbeta cezayê giran hatine berdin û girtî heta mirinê li girtîgehê nemîne. Divê di vê xisûsê de li gorî Biryara DMME'ê tev bigerin û bi şert berdin.