ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji doza bi îdîaya “Komar û hikûmeta dewleta Tirkiyeyê piçûk5 kiriye” dihat darizandin hat taloqkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an li Stenbolê axivîbû û ji ber axaftinê bi îdaya “Komar û hikumeta dewleta Tirkiyeyê piçûk kiriye” doz lê hatibû vekirin û danişîna 7’emîn a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hat dîtin. Demîrtaş tevlî darnişînê nebû û parêzerên wî amade bûn.
Piştî tespîta nasnameyê serokê dadgehê mafê axaftinê da parêzerên Demîrtaş. Parêzeran der barê axaftinê mîna ve ka hene yan nîn in lêkolîn bê kirin û ji ber vê yekê dem ji ji dadgehê xwestin.
Heyeta Dadgehê biryara navberê da û xewesteka parêzeran qebûl kir. Danişînek din a dozê taloqî 17’ê Çileya 2019’an kir.