AMED - Operasyona leşkerî ya berî du rojan li 4 taxên çolterên navçeya Pasûrê hat destpêkirin berdewam dike.
Operasyona leşkerî ya berî du rojan li 4 Taxên Temiran, Bîrazeyna, Çukurca û Text ên çolterên navçeya Pasûra Amedê destpêkiribû, berdewam dike. Li gel ku li herêmê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin jî, leşker şivanan hişyar dikin ku sewalên xwe dernexin çêriyê. Hat diyar kirin ku welatiyên li herêmê dijîn derbarê rewşa heyî de, bi gumanin.