ENQERE / MÊRSÎN – Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, derbarê êrîşa bi çek a li ser buroya Parêzer Heval Yildiz de daxuyanî dan û bang li darazê kirin ku lêpirsînek bi bandor bi rêve bibe.
Serokê Baroya Mêrsînê Parêzer Bîlgîn Yeşîlbogaz, derbarê êrîşa bi çek a li ser buroya hempişeya wan Parêzer Heval Yildiz a li Eskîşehîrê hat kirin de daxuyanî da û wiha got: “Dibin tabelay parêzer Yildiz de bi awayekê “Em li Odunparazarê HDP’ê naxwazin” nivîs hatiye nivîsand. Yek ji pîvanên darazê ewe ku guleya li parêzeran hatî reşandin, di heman demê de li darazê hatiye reşandine. Ger îro em bêdeng bimînin, dê sibê hevalekê me yê din bê hedef girtin. Em ji hevala xwe Yildiz û Baroya Eskîşehîrê re dibêjin derbas bûyî be. Emê şopdarê bûyerê bin. Em bang li hemû baro û parêzseran dikin ku bertekên xwe nîşan bidin.”
ENQERE
Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran jî, derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Kesên nasnameya wan ne diyar, bi tivingê êrîşî buroya Prz. Heval Yildiz Karasu kirin û nivîsa “Em li Odunpazarî HDP’îyan naxwazin” li ser buroya wê nivîsandine. Ji ber ku Yildiz piştgiriya hiqûqî da doza Alî Îsmaîl Korkmaz, doza Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê û gelek dozên din ên civakî ev êrîşa çavtirsandinê pêk anîn. Divê Wezareta Karê Hûndir, lêpirsînek bi bandor bi de destpêkirin û bersûcan demildest derbixe pêşberî darazê. Daraz jî divê lêpirsînek berfireh bi rêve bibe. Êrîşên wisan cûdakariyê dixwe dinavbera gel û civakan.”
Başaran, da zanîn ku ew bi awayekê tund êrîşa li ser Parêzer Heval Yildiz Karasu şermezar dikin û wiha dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anî: “Tetîkêş û hevkarên wan, dê tu carî têkoşîna me ya hiqûqî, demokrasî û edaletê nekarin asteng bikin.”