STENBOL - 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara bi hincet a der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder de aşkere kir. Di biryara bi hincet de hincet nişan neda. Demîrtaş diyar kir ku heta niha tu biryar ew qas ne li dijî zagonan û ne ew qas tolhildêr bû.
26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara bi hincet a der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder de aşkere kir. Heyetê bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine", li Demîrtaş 4 sal û 8 meh, li Onder jî 3 sal û 6 meh cezabirî bû. Di biryara bi hincet de hincet nişan neda. Heyetê di biryara bi sedem de disa cih neda parastina Demirtaş û Onder û mutalaya dozger.
HINCETA BÊ HINCET
Heyetê axaftinen Demîrtaş ên di mîtinên ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine vekirin wekî propaganda hesiband. Heyetê dîsa axaftinên Demîrtaş ên di mîtingan de ku hikûmet û Serokwezîr û serokomar rexne kirine wekî gef nîşan dan. Heyetê dîsa axaftina bîranîna Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan wekî pestê tundiyê daye nişan da.
Hetê dîsa axaftinên Onder ên dî mîtînga Newrozê de jî wekî propaganda pênase kir. Balkêş e di biryara bi hincet û biryara dadgehê ya roja danişîna 7'ê Îlonê kopyayên hev in.
DEMÎRTAŞ BERTEK NÎŞAN DA
Demîrtaş, piştî biryarê li ser hesabê twîtterê bertek nîşan da û diyar kir ku heta niha tu biryar ew qas ne li dijî zagonan û ne ew qas tolhildêr bû. Demirtaş, anî ziman ku yên axaftinên me kirine sedema sûc girtekên polîsan esas girtine lê di girteka polîsan a 17'e Adara 2013'an a Newrozê de wiha dibêjin 'Axaftina Newrozêya Selahattin Demirtaş bêtir li ser giringiya piştgiriya aştiyê radewiste. Peyva ‘Lê pêvajoya aştiyê ewe ku mirov neyên kuştin û ciwan hev nekujin. Em dê piştgiriya maseya muzakereyan berdewam bikin.' got. Demîrtaş di axaftina xwe de xwest pêvajo berdewam bike..."