Jiyanek bi têkoşînê derbas bû: Îbrahim Ayhan

  • rojane
  • 12:30 26 Îlon 2018
  • |
img
RIHA - Siyasetmedarê Kurd Îbrahim Ayhan ku di 20 Îlonê de li Hewlerê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, têkoşîna wî ya li dijî neheqiyê di serdema Lise de dest pê kir. Aynan ku hêj ciwan bû dest bi têkoşîna azadiyê kir, heta dawiya nefesa xwe têkoşina siyaseta kurd a azadiyê pêş xist. Ayhan di dil û hişê hemû kesan de wekî kesekî ku jiyana wî bi têkoşînê derbas bû cih girt. Ayhan, ku tu carî li dijî zextan tawîz neda her dem bû hedefa dewletê. Her dem rastî zext, tundî, ceza û sirgûnê hat. 
 
Siyasetmedarê kurd û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di 20'ê Îlonê de li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. Ayhan ku ji warê xwe dûr jiyana xwe ji dest da ne yekemîn û ne jî siyasetmedarê dawî yê li dûrî warê xwe jiyana xwe ji dest dide. Ayhan ku di serdema lîseyê de siyaset û têkoşîna tevgera azadî naskir, ji wê demê heta jiyana xwe ji dest da, dest ji têkoşîna azadî, aştî demokrasi û edaletê berneda. Ayhan, di serdema zaningehê de her dem di refên pêş ên tevgera ciwanan de cih girt. Ayhan, hêj di serdema zanîngehê de bû hedefa dewletê û  zextên li ser wî dest pê kir. Di salên 90’an de di nava şertên dijwar de dest bi siyasetê kir. Di hemû qadên siyasetê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. 
 
‘BI ALIYÊ TÊKOŞÎNÊ DERKET PÊŞ'
 
Ayhan, di hemû jiyana xwe de bi sekna xwe ya bê tawîz, têkoşîner, gelparêz û muzewazî hat nasîn. Di dilê hemû gelê Rihayê û kurd de cihê xwe girt û hat hezkirin. Hemû heval û dostên Ayhan, dema qala Îbrahim Ayhan dikin û wî didin nasîn, bi aliyê ruhê têkoşîn, dîsîplîn, bawerî mutewaziya wî didin nasîn. Biraziya Ayhan Fatoş Nujen Ayhan der barê jiyana Ayhan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Fatoş Nujen Ayhan, diyar kir ku Îbrahîm Ayhan, diyar kir ku Îbrahîm ji destpêka temenê xwe yê ciwan de dest bi têkoşînê kir û wiha got: "Hêj di serdema dibistana seretayî de ji bo piştgiriya aborî ji bo malbatê xebitî. Di salên borî de bi sekn û têkoşîna xwe ya tevgera azadiyê bû nirxê me yê herî bilind. Ev nasnameya xwe pir para hemû civakê. Ji aliyê gel ve rastî rêzdariyek mezin hat. Ji bo mirovan rêberekî baş bû. Her dem di rêxistin dikir û çareser dikir." 
 
LI DIJÎ ZEXTAN HER DEM TEKOŞIYA 
 
Nujen Ayhan, da zanin ku piştî serdema dibistana navîn ket ezmûnê û li Edeneyê Lîseya Mêran a Edeneyê qezenç kir û piştî lîse xelas kir ji malbatê qut bû. Ayhan, da zanîn ku di serdema Lîse de tevgera azadiyê nas kir û dest bi lêgerîna azadiyê kir. Ayhan, jiyan û têkoşîna Ayhan wiha pênase kir: "Ji ber ku li Edeneyê li dijî zextên li ser ciwanên kurd têkoşiya, her dem rastî êrîş û zextan hat. Hêj di temenê biçûk de di nava komên cuda de cih girt. Hêj biçûk bû bi ruhê têkoşînê mezin bû. Her dem li milê ên din cih girt. Her çend zext zêde bûn jî ew ji têkoşîna xwe dûr neket. Piştî lîseyê ket ezmûna zanîngehê. Beşa Elektirîkê ya Zanîngeha Sutçu Îmam  qezenç kir. Piştî li Mereşê çû zanîngehê ciwanên zanîngehê bi rêxistin kir. Vê yekê bala rêveberiya zanîngehê kişand. Bi têkoşîna xwe ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hat hezkirin. Ji ber milê xwe yê polîtîk rastî êrîşê komên nijadperest hat. Tevî hemû êrîş û zextan û tevî ji zanîngehê hat dûrxistin jî gav paşve neavêt. Li gel zext û tundiyan, têkoşîna xwe bêtir xurt kir û berdewam kir. 
 
HER DEM XWE BI RÊXITIN U PERWERDE DIKIR
 
Piştî ji zanîngehê hat avêtin, dîsa ket ezmûnan û Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yılê ya Wanê qezenç kir. Li Zanîngena Yuzuncu Yilê jî têkoşîna xwe berdewam kir û ji aliyê xwendekaran ve hat hezkirin. Xalê min Ayhan, ji destpeka ciwantiya xwe heta dawî her dem xwe pêş dixist û perwerde dikir. Di demsala havînan de dihat li pirtûkxaneya min dinerî. Dema dît ku ez pirtûkên wêjeya klasik dixwînim digot vana nexwîne. Digot ev pirtûk di milê derûnî û ruhî de zerar didin. Wêjeya Rus pêşniyar dikir. Her dem dixwend û xwe pêş dixist. Ew bû sedem ku ez bêtir bi rêxistin tev bigerim û têbikoşim." 
 
Ayhan,  da zanîn ku dema li Wanê dixwend zext zêde bûn û wiha lê zêde kir:  "Wê demê ji bo kurdan û komên xwendekaran salên dijwar bû. Li zanîngehê ji bo azadiya kurdan û demokratîkbûna Tirkiye têdikoşiya. Ji ber têkoşîna xwe her dem rastî zextan hat. 
 
SALÊN EWIL ÊN SIRGÛNIYÊ
 
Dema li Wanê zanîngeh dixwend, ji ber xebatên xwe yên polîtîk dîsa ji zanîngehê hat dûrxistin. Der barê wî de doz hatin vekirin. Piştre der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Hêj di sala 1991'an de sirgûn bû. Ji ber der barê wî de biryara girtinê hebû jiyana sirgûniyê dest pê kir. Nêzî 3 salan der barê wî de lêgerîn hebû û ji bo neyê girtin li Edene, Stenbol û Enqere têkoşîna xwe berdewam kir. Ne tenê Ayhan malbata Ayhan jî rastî zextan hat. Polîsan her dem malbata Ayhan bêzar kir. Nêzî 3 salan lêgerîna wi berdewam kir. Piştî sala 1993'an ku hevdîtinên di navbera Îktîdarê û PKK'ê de zext hinek kêm bûn. Biryara lêgerînê ya der barê Ayhan de hat rakirin. Piştî biryara lêgerînê hat rakirin hat Rihayê cem malbata xwe. 
 
LI TAXÊ CIWAN BI RÊXISTIN KIRIN
 
Ayhan piştî hat navçeya Sîweregê ya Rihayê, li malê jî ciwanên taxê bi rêxistin kir. Li Sîweregê jî têkoşîna polîtîk û aborî berdewam kir. Hem kar kir û hem jî komeleya ciwanan ava kir û ciwan bi rêxistin kirin. Di demek kurd de bi sedan ciwan bi rêxistin kir û ji aliyê gelê Sîweregê ve hat hezkirin. 
 
DI TÊKOŞÎNA KEDÊ DE PIR TÊ HEZKIRIN 
 
Ayhan di sala 1995’an de piştî ji bo zanîngehan qanûna efûyê hat derxistin perwerdehiya xwe temam kir û di sala 1998’an de dest bi mamostetiyê kir. Ayhan di salên xwe yên perwerdehiyê de di nav tevgera kedê de cih digire û di sendîkaya Egîtîm Senê ya girêdayî KESK’ê de peywîrên cuda digire ser milê xwe. Di demek kin a têkoşîna xwe ya kedê de pir tê hezkirin û ewil rêveberî, pişt re sekreterî û paşê jî serokatiya sendîkayê dike. Dema Serokê Egîtîm Sen'ê ya Rihaye bû doz lê hat vekirin û sirgûn bû. Piştre ji kar hat avêtin. Piştî vê yekê dest bi xizmeta profesyonelî ya sendîkayê kir.  
 
 
JI TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÎ BER BI TÊKOŞÎNA SIYASÎ VE 
 
Ayhan bi xebatên xwe yê sendîkayê re bi sînor namîne û di Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) de dest bi xebatên siyasî dike. Di hilbijartina giştî ya di 2007’an de li Rihayê bû namzetê parlamenteriyê yê ser bixwe û bi boneya partiya wî bendê derbas nekir, nebû parlamenter. Piştî hilbijartinê Serokatiya Rêxistina DBP’ê ya Rihayê birêve bir. Di bin navê operasyona “KCK” de hat binçavkirin û girtin. Demek dirêj di girtîgehê de ma. Di hilbijartina 2011’an li Rihayê partiya wî namzedê parlamenteriyê nîşan da û bû parlamenterê DBP’ê. Ayhan 80 hezar deng bi dest xist û li girtîgehê bû parlamenter. Lê di heman dîrokê de nehat berdan. Piştî serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 3’ê çileya 2014’an de ji girtîgehê hat berdan. Piştî Ayhan hat berdan li Meclîsê dest bi xebatên qanûnçêkirinê kir. 
 
WEKÎLEK HER TIM BI GEL RE BÛ 
 
Di tevahiya jiyana xwe ya wekîltiyê de kêliyek jî ji nav gel derneket. Her tim li pirsgirêk û tengezariyê gel guhdar dikir û dianî rojevê. Seranserî jiyana xwe ji îdealên pê bawer dikir gav paş ve neavêt. Li Meclîsê bi sekna xwe şoreşger û tavîz nedayînê dihat nasîn. Ev yek jî di nav gelên Tirkiyeyê de rastî eleqeyek mezin dihat û dihat hezkirin. Êdî ew ne wekîltiya herêmekê dikir a tevahiya Tirkiyeyê dikir. Nûjen Ayhan diyar kir ku yek ji wekîlên ku herî zêde ji bo gel hewldanan dikir bû û dema xwe ya dirêj li gundan û nav gel derbas dikir û wî pir hindik didîtin. 
 
EW BÛ WEKÎLÊ DEMÊN DIJWAR 
 
Di Hilbijartina gitşî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de li Rihayê dîsa bû Namzedê Parlamenteriyê yê Rihayê û wî û 4 wekîlên din bi dengên dîrokî yên li Rihayê çûn Meclîsê. Gel wan bi serkeftinek mezin şand Meclîsê. Destilatdariya ku encama dixwest bi dest nexist neçar ma biryara hilbijartina pêşwext bide û di 1’ê Mijdara 2015’an de li Tirkiyeyê dîsa hilbijartin pêk hat. Ayhan carek din bû parlamenterê HDP’ê yê Rihayê û çû Meclîsê. Ji vê serdemê şûn ve welat bû qada şer û ber bi pêvajoya herî dijwar ve çû. Li bajarên kurdan qedexeyên derketina derve hat îlankirin û li ser hev komkujî pêk hatin. Ayhan di vê serdemê de şahidiya gellek bûyer û komkujiyan dike û bi taybetî bi rojan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema qedexeya derketina derve de ma û xwest li pêşiya komkujiyan û talankirinê bigire. 
 
Piştî vê serdemê ango di 2016’an de li dijî tevgera wî ya siyasî yanî HDP’ê zextên giran dest pê kirin. Ayhan jî ji van zextan para xwe girt. Ewil destnedayîna wî parlamenteriyê wek bi dehan hevalê xwe hat rakirin û fezlekeyên ji bo wan hatibûn amadekirin yek bi yek veguherandin dozan. Doz li wî hevalên wî hatin vekirin û ew binçavkirin. Her dawî bi boneya salek û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn Meclîsê parlamenteriya wî betal kir. 
 
‘EM DI DEMÊN WESTANDÎ DE DERBAS DIBIN’ 
 
Fatoş Nûjen Ayhan anî ziman ku Îbrahîm Ayhan yek ji kesayetên herî ku gellek tişt di jiyana xwe de bi cih kir û wiha got: “Demên wî yên herî dawî di nav tengezariyan de derbas bû. Li ser hemû qadên jiyanê pêvajoyek tengezar hebû. Ew jî li her deverê bû. Beriya biçe Başûr, her tim ji ber pêvajoya siyasî ya dijwar bêhn teng bû. Nedixwest li cihê xwe bisekine. Betalbûnê wî pir diwestand. Gotina wî ya dawî jî ev bû ‘Em di demek westandî de derbas dibin û ji bilî westandinê em tu tiştekî nakin.’ Bi rastî jî vê yekê wî xistibû bin stresek dijwar. Tu demê nedixwest ji welatê derkeve. Li dijî çûyîna Ewropayê bû. Ji ber bêçarebûna siyasî neçar ma ku berê xwe bide aliyek din. Her digot ‘Ez dixwazim biçim cihek ku dikaribim têkoşîna xwe lê dewam bikim.’ Xwezî nîvco nameya. Xwezî dilê wî wisa westandî nebûya û di rêya xwe de bigîhişta serkeftinek giştî.” 
 
MA / Erdogan Alayumat
 

Sernavên din

28/09/2018
09:21 Acazê sîxurtî lê tê ferzkirin: Polîs rojê 10 caran digerin
09:20 Li gundê Colemêrgê amadekariya zivistanê dest pê kir
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2018'AN
08:12 Rojnameya Elman bi manşêta Kurdî bersiv da Erdogan
27/09/2018
22:44 9 sal ceza li rojnamevan Tûray hat birîn
17:36 Şirketa şaredariyê îhaleya Balafirgeha 3’yemîn girt
17:00 Ewil rojnamegeran Erdogan şermezar kirin
16:41 Buroya Hiqûqê ya Asrînê: DMME'yê tecrîd rewa kiriye
15:21 Çar aliyên Dersimê dişewitin
15:19 Tan: Li ser zimanê kurdî xetereya otoasîmîlasyonê dest pê kiriye
15:14 Dayika ku nekarî deynê dibistanê bide rastî 3 meh ceza hat
14:36 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 750’emîn hat redkirin
14:33 Parêzeran di Nobeta Adaletê de êrîşa li dijî Prz. Karasu şermezar kirin
14:10 Parêzer Karasû: Ger ez paşve gav bavêjim, ezê erka zarokên xwe pêk neyinim
14:01 Stratejiya hilbijartinên herêmî ya HDP’ê zelal dibe
13:21 Buldan bertek nîşanî DMME da: Biryar ne tenê li dijî Ocalane, li dijî hemû Kurdan e
13:12 Jin li Kolnê li dijî Erdogan meşiyan
13:01 Tunç: Piştî operasyonê agir bi daristana Mazgîrtê ket
13:00 Doza Medenî Yildirim: Îfadeya yê fermana gulebaranê da nehatiye girtin
12:29 Jina hat kêrkirin bi giranî birîndar bû
12:27 Li Fereşînê operasyon
12:26 Dozên duh darizandin îro parastin: Qizilagaç Dêrik, Bespîn Vartinîs û Pasûr...
12:24 Parêzerên Ocalan cara 750’emîn serlêdan kirin
12:11 Biryara DMME ya der barê Ocalan de
12:08 Malbata Endamê HPG’ê serî li ÎHD'ê dan
Malbatê xwest her kes hestiyar tev bigere
11:29 7 kes li Elkê hatin binçavkirin
11:20 ‘Efo ji bo serokên rêxistinên sûcên organîzê heye, lê ji bo girtiyên nexweş tuneye’
11:00 Kampanya Not Welcome Erdogan: Ji sedî 80 Erdogan naxwazin
10:28 Dozger bo Şenyaşar got Facebook, Twîtter, Yahoo û Google nabe delîl
10:13 Heyetê ji Meclîsê mînaka dawetiya ku ji KCD'ê re şandiye xwest
09:55 Ji ber gotina 'Ji ber em têk çûne dolar zêde dibe' parve kir hat girtin
09:17 Îmam Taşçier: Ji bo kurdan yekîtiya netewî divê
09:16 Amfiya şaredariyê, medreseya 400 salî xera dike
09:15 Mêrê gef li jinê xwar û bi wêneyan şantaj kir, hat berdan
09:15 Xizmeta qeyûm: Yek netew, yek welat, yek dewlet û yek al
09:14 Pirtûka nivîskar li serê wî dan û gotin: Vê carê jî tiştên em tînin serê te binivîse
09:13 ‘Ruhê Broyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2018'AN
26/09/2018
21:05 Rojnamegerê dara hat birîn kir nûçe rastî lêpirsînê hat
21:04 Karkerekî ji ber krîza Aborî dawî li jiyana xwe anî
3 kes jî bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan
Di 8 mehan de Hezar û 290 karkeran jiyanaxwe ji dest dan
17:02 2 kesên din ên ji Efrînê anîn hatin girtin
16:56 Bi hezaran Amudî ji bo Efrînê meşiyan
16:41 Cûdî dişewite
16:38 Turkdogan: Daxwaza MHP’ê sererastkirina înfazê ye
16:19 Têkoşîna li dijî tecrîdê bê dayîn li Şirnexê hat nîqaşkirin
16:08 Danişîna Tuncel bi hinceta ‘SEGBÎS xerabeye’ hat taloqkirin
15:39 Rêxistinên hiqûqî ji bo Parêzer Heval Yildiz daxuyanî dan
15:35 Doza Demîrtaş a 10’ê Cotmehê taloq bû
14:45 Li Pasûrê operasyona leşkerî berdewam dike
14:22 Li Îzmirê 7 û li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
14:02 Bertek li dijî êrîşa li ser buroya Prz. Yildiz hatin dayîn
13:45 Fîlmê ‘Kavil’ li Mîhrîcana Fîlman a San Sebastianê ye
13:19 Bîlgen mijara efoyê nirxand: Pêwîstî bi reformek çareseriyê ya darazê heye
13:17 Demîrtaş: Tu biryar ew qas ne dijzagonî bûn
12:56 Li 7 bajarên Fransayê ji bo Ocalan çalakî
12:30 Jiyanek bi têkoşînê derbas bû: Îbrahim Ayhan
12:16 Li Rihayê ji ber bêterxaniyê xizmeta rêyan hatin rawestandin
11:46 Karkera ji kar hat avêtin Burcu: Rêya çareseriyê rêxistinkirin e
11:21 Emînîş Ambalaj ji ber krîza aborî konkordato îlan kir
11:05 Şewata li Newalaroj berdewam dike
10:57 Weşanxaneyên kurd li benda xwîneran e
10:43 Cenazeyê karkerê ketibû boriya avê hat dîtin
10:38 HDP’ê li goma ku Şarbon lê derket holê lêkolîn kir
10:38 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Hênê binçav kir
10:37 Prof. Turgay: Tu eleqeya welatên dibêjin 'Em welatê îslam in' û îslamê bi hev tune ye
10:19 Li Şirnexê teqîn: 2 cerdevanan jiyana xwe ji dest da
09:13 Pêşnûmeya RTUK’ê dê ‘azadiya çapameniyê’ ji binî ve tune bike
09:12 Ev jî halê din ê Cizîrê ye!
09:12 Ji ber qedexe û operasyonan jiyan li wan herimiye
09:11 Seferî Yilmaz: Polîsan xwest min bikujin
09:10 Li herêmê rewşa dawî ya daristanan!
09:09 Hirmiyên mexzana vîtamîna ne tên hişkkirin
09:09 Kûbilay: Divê muxalefeta civakiyî bê cem hev
09:08 Krîza aborî pişta mewîjfiroşan jî şikand!
09:07 'Em ne komir çareseriya krîza aborî dixwazin'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2018'AN
08:29 Bi milyonan dê 7/24 saetan bên şopandin
07:55 3 pirtûkên weşana awesta qedexe kirin
25/09/2018
18:59 Înşaat-Îş: 400 hevalên me yên Balafirgeha serî hildan 4 karker binçavkirin
18:29 Gungordu karkerên Flormarê ziyaret kir
15:59 Fûara pirtûkan a TUYAP'ê li Amedê dest pê kir
15:49 HDP’ê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Patnosê ji Wezîrê Dadê pirs kir
15:05 Di doza dînk de heyet hat guhertin
14:57 Aktîvîsta Îranî Sotoudeh meheke di greva birçîbûnê deye
14:25 SES: Çav berdane 3 qurişê bêrîka me
14:13 Salek 11 meha û 12 roj cezayê girtîgehê dan Ferhat Tunç
14:09 Kesê tecrîd şermezar kir parastina wî qut kirin û derb kirin
13:31 3 karker di cînayetên kar de mirin
12:54 Jenerator hildiberîne DEDAŞ fature dike: Yên qayîl nabin ceyrana wan qut dike
12:07 ‘Li Girtîgeha Patnosê ji ava muslixan bêhna lexemê tê’
11:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina 790’emîn serlêdan kirin
11:38 Aborînas Gungen: Tenê bi piştgiriya karsazan krîz derbas nabe
11:32 Piştî 12’ê Îlonê binpêkirinên mafan li Girtîgeha Xarpêtê zêdetir bûn
10:01 Qeyûm hat av ji ser welatiyan birî û da eskeran
09:43 Qedexeya derketina derve ya 8 gundên Hawêl bi dawî bû
09:08 Dozger ji kalê 86 salî 10 sal ceza xwest
09:08 Xaçerêyeke talûke!
09:07 Danişîna doza Medenî Yildirim di 27'ê Îlonê de ye
09:06 Karkerên balafirgehê: Gotin 'Kî dengê xwe derxin em ê wan bigirin'
09:06 Ji ber SÎHA'yan bi rihetî nikarin biçin ser mehseran!