WAN - Cenazeyê Îrfan Îşleyen ê dema arîzeya avê ya Îdareya Kanalîsazyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) tamîr kir, ket boriya avê û winda bû, hat dîtin.
Li navçeya Erdîşa Wanê cenazeyê karkerê 47 salî Îrfan Îşleyen ê bavê 5 zarokan di dema arîzeya avê ya Îdareya Kanalîsazyonê û Avê ya Wanê (VASKİ) tamîr dikir, ket boruya avê ya 500 çap û ber bi ava şit çû û winda bû, hat dîtin. Cenazeyê Îşleyen 1,5 kîlometre dûrî cihê bûyerê di saetên serê sibê de hat dîtin. Cenazeyê Îşleyen ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.