COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û şandeya pêre, çûn serdana goma Şarbon lê derket û bi gundiyan re hevdîtin kirin.
Di rojên derbas bûyî de, li goma Kêrîser a gundê Dêzê ya Colemêrgê nexweşiya şarbonê derketibû holê. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede û şandeya pêre, çûn serdana gund û derbarê nexweşiyê de lêkolîn kir. Şandeyê bi gundiyan re hevdîtin kirin û derbarê nexweşiyê de agahî girtin.
Di hevdîtinê de gundiyê bi navê Bekîr Yîgît, diyar kir ku hemû sewalên piştî teşhîsa şarbonê hat danîn û şûn de şerjê kirin, an wan xwarin an jî firitone derdorê.
JI 200’Î ZÊDETIR SEWALÊN WAN TELEF BÛN
Parlamenterê HDP’ê Saîd Dede, derbarê hevdîtinên xwe yên bi gundiyan re de wiha axivî: “Çawan ku em bûyer bihîst em ketin nava liv û tevgerê. Me komîsyon ava kir. Me hevdîtin bi welatiyên gund, rayedarên Midûrê Çandiniya Bajêr û Midûrê Tenduristiya Bajêr re hevdîtin kirin. Bi gundiyan re me derbarê nexweşiyê de axivî. Gundiyan ji me re gotin ‘ev nêzî du sê mehin sewalên wan mirar dibin. Destpêkê me girîngî neda van mirarbûnan. Piştî hejmar zêdetir bû me agahî da Midûryeta Çandiniya Bajêr.’ Haya niha li gund ji 200’î zêdetir sewal mirar bûne. Sewalên mirar bûne li şûna wan hatine hiştin û yên hatine şerjêkirin jî xwediyê wan xwarine û firotine derdorê.”
‘MILÊ JINEKÊ BIRÎN BÛYE’
Dede, diyar kir ku li gund di mile jinekê de birîneke ku nîşaneya nexweşiya Şarbonê ye çêbûye û wiha wiha pê de çû: “Di dema serdana me de li gund mile jinekê birîn bûye heye û nexwest em navê wê di rapora xwe de diyar bikin. Dema vê jinê nexweşiya xwe nîşanî bijîşkan daye ji wê re gotin ‘tu bi nexweşiya şarbonê ketiyî.’ Ji ber vê yekê dest bi dermanan kiriye. Ev jin divê carek din biçe nexweşxanê, lê naçe nexweşxanê.”
Şandeya HDP’ê, rapora ku derbarê lêkolîn û hevdîtinên kirin de amade kirin, dê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bike.