ENQERE - Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Prof. Dr. Nurettin Turgay, diyar kir ku li Rojhilata Navîn tu eleqeya welatên dibêjin “Em welatê îslamê ne" û îslamê bi hev tune ye û wiha got: “Ger ku kesek li ser navê îslamê bê ser rêveberiyê divê wekî hev nêzî her kesî bibe. Ger ku ji bo hemû kesî heman hiqûqê pêk nîne eleqeya wê û îslamê bi hev tune ye."
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Prof. Dr. Nurettin Turgay, li ser "Îslama Îktîdarê" û rêveberiya Tirkiye ji ajansa Mezopotamya re axivî û bal kişand ser politikayên îslama demokratîk û îslama welatan. Turgay, diyar kir ku ger kesek li ser navê îslamê tê ser rêveberiyê, divê heman hiqûqê ji bo her kesî têxe meriyetê û wiha got: "Ger ku li gorî kesan hiqûqê cuda bike tu eleqeya wî û îslamê bi hev tune ye. Ger ku di navbera mirovan de cudakariya nifaqê bike, divê kesên ji xwedê bawer dike li pey van kesan nemeşin û wan qebûl nekin. Ger ku kesek xwedê nas neke, heq û hiqûqê nede mirovan û mafên mirovan têxe bin piyan, divê kes li pey wî nemeşe."
GER HEQ Û QİQÛQ TUNE BE
Turgay, anî ziman ku di Îslama Îktîdarê de kesên dibêjin 'Ez misliman im' divê di rêya xwedê de bimeşin û wiha got: "Îro ger li cîhana Îslamê xwîn birije, sedema wê cudakariya hiqûqê ye. Ger ku li malekê jî heq û hiqûq tune be perçebûn pêk tê. Li malbata ku heq û hiqûq tune be aştî, aramî û edalet jî nabe. Li gundektî jî û dewletekê jî Alema Îslamê wisa ye. Kesên dibêjin ez misliman in, ger ku mafê hemû mirovan ê heq û hiqûqê pêk nîne, welatê wan dibe qada sporê ya welatê derve. Dibêjin çi karê DYA, Rûsya û Îngîlîstan li welatê me heye. Ger ku misliman ne misliman be, welatê wan dê bibe qada gogê."
DI ALEMA ÎSLAMÊ DE ÎŞKENCEYA LI MIRIYAN TUNE YE
Turgay, da zanîn ku li ser navê îslamê zilm li mirovan tê kirin û wiha bi dawî kier: "Di olê islamê de îşkence li miriyan û cenazeyan nayê kirin. Di Kur-anê de dibêje dijminê xwe nekujin û li bedena miriyan îşkence nekin. Tu mafê kesên ku li miriyan îşkence dike tune ku bêje 'Ez misliman im' Ewil îttîfaq pêk anîn û piştre înkar kirin. Di şerê Melezgîrtê de Tirk hatin û gotin "Em misliman in, em bira nin" û îtîqan çêkirin. Niha jî înkar dikin.
Ataturk jî hat cem kurdan û heman tişt got. Got 'Werin em kurd û tirk bibin yek û dewletê ava bikin. Heta niha gelek caran kurd bi ol hatin xapandin. Kurd sirgûn kirin kuştin. Niha jî hikûmeta AKP'ê heman tiştî tîne serê kurdan. Hebûna kurdan înkar dike. Zimanê miletekî qedexe dikin. Ev yek qetlîam e. Dibêje ezê te bikujim û ne axive. Ev qetlîama bêdeng e. Divê kurd bimin yek."