'Em ne komir çareseriya krîza aborî dixwazin'

  • rojane
  • 09:07 26 Îlon 2018
  • |
img

AMED - Di çend rojên dawî de li taxa Peyasê ya navçeya Peyasa Amedê komirê belav dikin. Şêniyên taxê bi bîr xistin ku bi salane AKP bi belavkirina meqerne û komir hewl dide Kurdan bixapîne û dengan ji wan bigire. Şêniyan, diyar kirin ku tevî ku li Tirkiyeyê krîzeke aborî heye û hemû civak xistiye bin bandora xwe, lê hîn jî AKP hewl dide bi komirê wan bixapîn e.

Li taxa Peyasê ya navçeya Peyasa Amedê  çend rojin Weqfa Piştîvanî û Alîkaya Civakî ya bi navbeynkariya walîtiyê komirê ji Wezareta Enerjî û Jêderkên Tabiî digire û li welatiyan belav dike. Şêniyên taxê nerazîbûn nîşanî belavkirina komirê dan û bal kişandan ser krîza aborî ya heyî. Welatiyên taxê, diyar kirin ku li şûna krîza aborî çareser bikin, li taxan komirê belav dikin û ev rewş weke xapandinekê nirxandin. 
 
Ji welatiyên taxê Halîl Baran ku bi salane  li taxê dijî, diyar kir ku kesên li derdora dewletê cih digirin li gorî lêçûnên mutfexên xwe li aboriyê dinêrin û dibêjin “Li Tirkiyeyê krîza aborî tuneye. Baran, anî ziman ku îro krîzek aborî li Tirkiyeyê heye û wiha axivî: "Ji sedî 70'î kes vê krîzê dibînin. Lê piraniya van kesan memûrin û karkerên înşeatê, çotkarî, sewalkarî û hwd. Krîza heyî li her qadan jiyanê li gel xistiye. Îro tenê ji bo mehekê lêçûna pêdiviyên zarokekê dibistanê 500 TL digirê. Ma dê çawan debar bê kirin? Dewlet radibe bi çavên xapandinê 20-30 torbe komir tavêje ber deriyan û hewl dide bi ser krîzê bigire. Ev ne tu çareseriye. Îro krîzê li can û hizûra mirovan xistiye, ev rewş bi komirê çareser nabe. Îro dewlet radibe dibêje 'Li vî welatî krîz tuneye.' Bila Erdogan nebêje krîz tuneye û tenê li mutbexa xwe mêze neke. Bila were li mutbexa min binêre. Li lêçûnên min binêre bê krîz heye an tuneye. Tenê ne di warê aborî de di warê siyasî de jî krîz heye.” 
 
'EM TECRÎDA LI SER RÊBERÊ XWE QEBÛL NAKIN' 
 
Baran, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "AKP bi salane ji bo dengên Kurdan bigire dibêje em birayên hev in, lê dema mijar dibe azadiya Rêberê Gelê Kurd biratiyê nas nake. Ji bo ku dengan bistîne  bi belavkirina komirê û meqerneyan qaşo alîkariyê civakî  armanc dike ku çavên Kurdan  bigire. Ez bang li gelên Rojava û Rojhilat, li çar aliyên cîhanê dikim. Bila gelê Kurd û Tirk bi hev re rabin. Ev pergal rast nêzî her du aliyan jî nabe.  Bila vê pergala xapadinê qebûl nekin. Werin em bihevre tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bişkînin û bi hevre azad bijîn.”
 
'EM NE KOMIRÊ, ÇARESERIYÊ DIXWAZIN' 
 
Yek ji şêniyên taxê Ayşe Baran jî, anî ziman ku li şûna AKP  li aliyekî krîza aborî, li aliyekî şerê heyî çareser bike komirê li wan belav dike û wiha axivî: "Bila dewlet bi komirê me nexapîne. Komir ji me re nabe tiştek. Ewqas krîz heye komirê li me belav dikin. Bi vê yekê dixwazin navê xwe mezin bikin.  Ji bo çar quruş pereyên dibistanan  em naxwazin weke parsekan herin ber deriyên saziyên alîkariyên dewlet û hikûmetê rawestin. Em jî mirov in, em jî misliman in, bila van tiştên beradayî neyîn li me belav nekin. Bila bajarên me xweş bin, bê şer bin, bê teşqele bin, besê me ye. Bi qemyonan komirê tîne li ber deriyan belav dike, em ne dişewitînin û ne jî qebû dikin. Ji ber vê krîzê kar tuneye, her kes bi hevdû ketiye. Zarokên vî gelî hemû di zindanan dene û li serê çiyane. Êdî em dixwazin şer û zilim bi dawî be. Krîza aborî encex bi vê derbas bibe.” 
 
'PÊDIVIYA ME NE KOMIR E' 
 
Hîcrete Ûgan jî, bal kişand ser rewşa tê de dijîn û wiha bilêv kir:  "Kar tuneye. Zarokên me emeleyên xelqê ne. Rojekê dixebitin deh rojan kar nabînin. Em sê mal bi hevre dijîn. Zarokên me hemû biçûkin. 
Her tişt bihakirine. Dema em diçin sûkê têra xwe tiştan nayînin.  Salê carekê  komirê li me belav dikin. Ma komir çiye, em davêjin sobê diqede.  Berî her tiştî bilav krîza heyî rakin, derfetên kar ava bikin û bihayê tiştan kêm bikin. Wê demê emê karibin komira xwe bikirin. Em dixazin aştiya xêrê çêbe ji her aliyan re. Mirov li çol û çeperan dixebitin."
 
'KRÎZA ABORÎ ZAROKÊN ME BER BI RÊYÊN NE BAŞ VE DIBE' 
 
Azîze Ûgan jî, destnîşan kir ku ciwanên wan ji ber bêkariyê hînî madeyên tiryakê dibin û wiha got: "Dewlet tu pirsgirêkan çareser nake. Tenê mirovan dixapîne. Îro komirê didin me. Ma qey emê bi komirê têr bixwin. Zarokên me tev ciwan in û bê kar in. Ji bê karbûnê derin karên ne baş dikin û fêrî tiryakê dibin. Ger karê zarokên me hebûna çima wê zarokên me biketana nava karên ne baş. Bila tiştên ne baş biqedin û krîz  bi dawî bibe."

Sernavên din

28/09/2018
09:21 Acazê sîxurtî lê tê ferzkirin: Polîs rojê 10 caran digerin
09:20 Li gundê Colemêrgê amadekariya zivistanê dest pê kir
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2018'AN
08:12 Rojnameya Elman bi manşêta Kurdî bersiv da Erdogan
27/09/2018
22:44 9 sal ceza li rojnamevan Tûray hat birîn
17:36 Şirketa şaredariyê îhaleya Balafirgeha 3’yemîn girt
17:00 Ewil rojnamegeran Erdogan şermezar kirin
16:41 Buroya Hiqûqê ya Asrînê: DMME'yê tecrîd rewa kiriye
15:21 Çar aliyên Dersimê dişewitin
15:19 Tan: Li ser zimanê kurdî xetereya otoasîmîlasyonê dest pê kiriye
15:14 Dayika ku nekarî deynê dibistanê bide rastî 3 meh ceza hat
14:36 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 750’emîn hat redkirin
14:33 Parêzeran di Nobeta Adaletê de êrîşa li dijî Prz. Karasu şermezar kirin
14:10 Parêzer Karasû: Ger ez paşve gav bavêjim, ezê erka zarokên xwe pêk neyinim
14:01 Stratejiya hilbijartinên herêmî ya HDP’ê zelal dibe
13:21 Buldan bertek nîşanî DMME da: Biryar ne tenê li dijî Ocalane, li dijî hemû Kurdan e
13:12 Jin li Kolnê li dijî Erdogan meşiyan
13:01 Tunç: Piştî operasyonê agir bi daristana Mazgîrtê ket
13:00 Doza Medenî Yildirim: Îfadeya yê fermana gulebaranê da nehatiye girtin
12:29 Jina hat kêrkirin bi giranî birîndar bû
12:27 Li Fereşînê operasyon
12:26 Dozên duh darizandin îro parastin: Qizilagaç Dêrik, Bespîn Vartinîs û Pasûr...
12:24 Parêzerên Ocalan cara 750’emîn serlêdan kirin
12:11 Biryara DMME ya der barê Ocalan de
12:08 Malbata Endamê HPG’ê serî li ÎHD'ê dan
Malbatê xwest her kes hestiyar tev bigere
11:29 7 kes li Elkê hatin binçavkirin
11:20 ‘Efo ji bo serokên rêxistinên sûcên organîzê heye, lê ji bo girtiyên nexweş tuneye’
11:00 Kampanya Not Welcome Erdogan: Ji sedî 80 Erdogan naxwazin
10:28 Dozger bo Şenyaşar got Facebook, Twîtter, Yahoo û Google nabe delîl
10:13 Heyetê ji Meclîsê mînaka dawetiya ku ji KCD'ê re şandiye xwest
09:55 Ji ber gotina 'Ji ber em têk çûne dolar zêde dibe' parve kir hat girtin
09:17 Îmam Taşçier: Ji bo kurdan yekîtiya netewî divê
09:16 Amfiya şaredariyê, medreseya 400 salî xera dike
09:15 Mêrê gef li jinê xwar û bi wêneyan şantaj kir, hat berdan
09:15 Xizmeta qeyûm: Yek netew, yek welat, yek dewlet û yek al
09:14 Pirtûka nivîskar li serê wî dan û gotin: Vê carê jî tiştên em tînin serê te binivîse
09:13 ‘Ruhê Broyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2018'AN
26/09/2018
21:05 Rojnamegerê dara hat birîn kir nûçe rastî lêpirsînê hat
21:04 Karkerekî ji ber krîza Aborî dawî li jiyana xwe anî
3 kes jî bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan
Di 8 mehan de Hezar û 290 karkeran jiyanaxwe ji dest dan
17:02 2 kesên din ên ji Efrînê anîn hatin girtin
16:56 Bi hezaran Amudî ji bo Efrînê meşiyan
16:41 Cûdî dişewite
16:38 Turkdogan: Daxwaza MHP’ê sererastkirina înfazê ye
16:19 Têkoşîna li dijî tecrîdê bê dayîn li Şirnexê hat nîqaşkirin
16:08 Danişîna Tuncel bi hinceta ‘SEGBÎS xerabeye’ hat taloqkirin
15:39 Rêxistinên hiqûqî ji bo Parêzer Heval Yildiz daxuyanî dan
15:35 Doza Demîrtaş a 10’ê Cotmehê taloq bû
14:45 Li Pasûrê operasyona leşkerî berdewam dike
14:22 Li Îzmirê 7 û li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
14:02 Bertek li dijî êrîşa li ser buroya Prz. Yildiz hatin dayîn
13:45 Fîlmê ‘Kavil’ li Mîhrîcana Fîlman a San Sebastianê ye
13:19 Bîlgen mijara efoyê nirxand: Pêwîstî bi reformek çareseriyê ya darazê heye
13:17 Demîrtaş: Tu biryar ew qas ne dijzagonî bûn
12:56 Li 7 bajarên Fransayê ji bo Ocalan çalakî
12:30 Jiyanek bi têkoşînê derbas bû: Îbrahim Ayhan
12:16 Li Rihayê ji ber bêterxaniyê xizmeta rêyan hatin rawestandin
11:46 Karkera ji kar hat avêtin Burcu: Rêya çareseriyê rêxistinkirin e
11:21 Emînîş Ambalaj ji ber krîza aborî konkordato îlan kir
11:05 Şewata li Newalaroj berdewam dike
10:57 Weşanxaneyên kurd li benda xwîneran e
10:43 Cenazeyê karkerê ketibû boriya avê hat dîtin
10:38 HDP’ê li goma ku Şarbon lê derket holê lêkolîn kir
10:38 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Hênê binçav kir
10:37 Prof. Turgay: Tu eleqeya welatên dibêjin 'Em welatê îslam in' û îslamê bi hev tune ye
10:19 Li Şirnexê teqîn: 2 cerdevanan jiyana xwe ji dest da
09:13 Pêşnûmeya RTUK’ê dê ‘azadiya çapameniyê’ ji binî ve tune bike
09:12 Ev jî halê din ê Cizîrê ye!
09:12 Ji ber qedexe û operasyonan jiyan li wan herimiye
09:11 Seferî Yilmaz: Polîsan xwest min bikujin
09:10 Li herêmê rewşa dawî ya daristanan!
09:09 Hirmiyên mexzana vîtamîna ne tên hişkkirin
09:09 Kûbilay: Divê muxalefeta civakiyî bê cem hev
09:08 Krîza aborî pişta mewîjfiroşan jî şikand!
09:07 'Em ne komir çareseriya krîza aborî dixwazin'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2018'AN
08:29 Bi milyonan dê 7/24 saetan bên şopandin
07:55 3 pirtûkên weşana awesta qedexe kirin
25/09/2018
18:59 Înşaat-Îş: 400 hevalên me yên Balafirgeha serî hildan 4 karker binçavkirin
18:29 Gungordu karkerên Flormarê ziyaret kir
15:59 Fûara pirtûkan a TUYAP'ê li Amedê dest pê kir
15:49 HDP’ê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Patnosê ji Wezîrê Dadê pirs kir
15:05 Di doza dînk de heyet hat guhertin
14:57 Aktîvîsta Îranî Sotoudeh meheke di greva birçîbûnê deye
14:25 SES: Çav berdane 3 qurişê bêrîka me
14:13 Salek 11 meha û 12 roj cezayê girtîgehê dan Ferhat Tunç
14:09 Kesê tecrîd şermezar kir parastina wî qut kirin û derb kirin
13:31 3 karker di cînayetên kar de mirin
12:54 Jenerator hildiberîne DEDAŞ fature dike: Yên qayîl nabin ceyrana wan qut dike
12:07 ‘Li Girtîgeha Patnosê ji ava muslixan bêhna lexemê tê’
11:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina 790’emîn serlêdan kirin
11:38 Aborînas Gungen: Tenê bi piştgiriya karsazan krîz derbas nabe
11:32 Piştî 12’ê Îlonê binpêkirinên mafan li Girtîgeha Xarpêtê zêdetir bûn
10:01 Qeyûm hat av ji ser welatiyan birî û da eskeran
09:43 Qedexeya derketina derve ya 8 gundên Hawêl bi dawî bû
09:08 Dozger ji kalê 86 salî 10 sal ceza xwest
09:08 Xaçerêyeke talûke!
09:07 Danişîna doza Medenî Yildirim di 27'ê Îlonê de ye
09:06 Karkerên balafirgehê: Gotin 'Kî dengê xwe derxin em ê wan bigirin'
09:06 Ji ber SÎHA'yan bi rihetî nikarin biçin ser mehseran!