AMED - Dadgehê ji weşanên Avesta pirtûkên "Tevgera Neteweya Kurd/Kürt Ulusal Hareketi", "Kurd û Kurdistan/Kürtler ve Kürdistan" û "Serhildana Kurdan a 1880'an" qedexe kir.
Dadgeriya Ceza û Sulhê 3 pirtûkên Weşana Awasta qedexe kir. Dadgehê pirtûkên bi navê "Tevgera Neteweya Kurd/Kürt Ulusal Hareketi", "Kurd û Kurdistan/Kürtler ve Kürdistan" û "Serhildana Kurdan a 1880'an" qedexe kir. Berê jî 9 pirtûkên weşanxaneya Avesta hatibûn qedexekirin. Têkildarî mijarê weşana Awesta li ser hesabê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku bi fermana Dadgeha Ceza û Sulhê ya Çelê 3 pirtûkên wan ên bi navê "Tevgera Neteweya Kurd/Kürt Ulusal Hareketi", "Kurd û Kurdistan/Kürtler ve Kürdistan" û "Serhildana Kurdan a 1880'an" qedexe kiriye. Weşanxaneşê da zanîn ku Dadgeriyê bi sedema ku "Gel li kîn û nifrînê sor dike" û "Di pêşerojê de dibe ku zerarek mezin bide" pirtûk qedexe kirine.