STENBOL - Sendîkaya Înşaat-Îşêdiyar kir ku 400 karkerên wan ên Balafirgeha 3'emîn di saetên serê sibêde li dijî serwîsê çalakî pêk anîn û 4 karkerên wan hatin binçavkirin.
Sendîkaya Înşaat Îş'ê diyar kir ku serê sibê 400 karkerên balafireha 3'emîn çalakî pêk anîn. Sendîkayê da zanîn ku 400 karkeran li dijî serwîsê serî hildaye û di çalakiyê de 4 karkerên wan hatine binçavkirin. Sedîkayê anî ziman ku karker di bin baranê de hiştine û karkerên di bin baranê de li benda serwîsê hatine hiştin bi fîkardinê çalakî pêk anîne. Sendîkayê dazanîn ku wisa bawer dikin ku dê îşev li dijî karkeran dîsa operasyonê pêk bînin.