ENQERE - Aktîvîsta Mafê Mirovan û Parêzer Nasrîn Sotoudeh a layîqî xelata Mafê Mirovan Ludovîc Trarîeux a Navneteweyî ya 2018’an hat dîtin û di meha Hezîranê de li Îranê hat girtin, ev meheke di greva birçîbûnê deye
Aktîvîsta Mafê Mirovan û Parêzer Nasrîn Sotoudeh a di meha Hezîranê de li Îranê hat girtin û li Girtîgeha Tahranê tê girtin ev mehek di greva birçîbûnê deye. Sotoudeh, ji ber xebatên xwe yên parêzertiyê yên şermezarkirinên ji sala 2009 heya 2013’an hat girtgin û 3 salan di girtîgehê de mabû. Sotoudeh di sala 2014’an de, dema li Îranê lêkolîna çima asît li ser û rûyê jinan tê kirin, dikir carek din bi jina di encama êrîşek wiha de hatibû mexdûr hevdîtin kir. Di hevdîtinê Sotoudeh û jina mexdûr hatibûn girtin. Sotoudeh a di demek kin de hat berdan, di 13’ê Hezîran 2018’an de carek din hat girtin.
Sotoudeh niha bi îdîya “Sîxurtiyê” û axaftinên derbarê mijarên mafên mirovan ên Îranê tên jiyîn de, kirin tê sûcdarkirin.
Sotoudeh, piştî girtina xwe di demek kurt de di maneya nivîsandibû de wiha digot: “Ez pir baş fam dikim ku ji bo xebatên min ên derbarê mafên mirovan de, parastina aktîvîstiya mafê jinan û sekna min a li dijî darvekirinê, hatime girtin. Ligel van hemû yan jî ezê tu darî bêdeng nebim.”
Sotoudeh, bi navbeynkariya nîşeya ku di 25’ê Tebaxa 2018’an de ya dayî hevjînê xwe re, ragihandibû ku wê dest bi çalakiya greva biçîbûnê kiriye. Di wê nişeya xwe de wiha nivîsandibû: “Hevdîtinên min ên bi rayedaran re bi tu awayî encam nedan. Ji be vê ez îro (25’ê Tîrmeha 2018’an) li dijî girtina bêmaf a li ser parazvanên mafên mirovan û bi heviya hiqûq li welatê min Îranê destpê bike, dikevim greva birçîbûnê.”
Hevjînê Sotoudeh Reza Khandan jî li ser medya civakî çalakiya greva birçîbûnê ya Sotoudeh parve kiribû û di 4’ê Îlonê de hatibû girtin.
Sotoudeh, ragihand ku heya hevalê wê yê parazvanê mafê mirovan Farhat Meîsamî neyê berdan û tacîzên li dijî malbata wê bi dawî nebin, ewê dest ji çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bernede.
Sotoudeh a ev meheke di greva birçîbûnê de, layîqî xelata Mafê Mirovan Ludovîc Trarîeux a Navneteweyî ya 2018’an hat dîtin.