AMED - Danişina doza 19 jê girtî 40 kesên ji doza Sûrê ten darizandin li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Kesên li salonê parastin kirin û tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin, parastina wan hat qutkirin û li derve rastî derbkirina cendirmeyan hatin.
19 jê girtî 40 kesên ji doza Sûrê ya serdema qedexeya kolanan hatin girtin û doz li wan hat vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Di danişîna dozê de tenê 4 kesên girtî û parêzerên wan amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan û îdîayan, kesên girtî tên girtin xwestin parastinê bikin. Lê ji ber ku 4 kesên girtî tên darizandin ewil tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin parastinê bikin, heyeta dadgehê destûr neda paramtinê bikin û derxistin dervê salonê. Serokê dadgehê bi hinceta “propaganda rêxistinê dike" parastina kesan qut kir û derxitin derve. Dema Omer Atalay xwest parastinê bike dadger axaftina wî qut kir. Atalay, ku parastina wî hat qutkirin bertek nîşan da û got "Ger tu destûr nede ez parastinê bikim ez ji salona danişînê derkevim" û xwest derkeve dervê salonê. Li ser vê yekê cendirmeyan kesên parastin dikirin ji salonê derxistin û li derve ew derb kirin. 4 kesên rastî lêdana eskeran hatin dirûşmeya "Zext me bêzar nake" berz kirin."
Heyeta dadgehê navber da danişînê.