NAVENDA NÛÇEYAN - 3 karkerên di karên cuda de dixebitin, bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan. Li Denîzliyê Necdet Karaciga, Li Soma ya Manîsa Saît Konûk û li Vanê jî Îrfan Îşleyen di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên ku Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) li ser hesabe twîtterê parve kirin, di nava rojekê de 3 karker bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan. Li Denizliyê Necdet Karaciga, ê 45 salî keviren parkê bi ser de ketin û jiyana xwe ji dest da. Karaciga, li navçeya Serinhisarê dema li tesîsên hilberîna kevirênk parke yên Akça Betonê de kar dikir, kevirên kîlit ên parke bi ser wî de ketin û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Soma ya Manîsayê bekçiyê 73 salî Sait Konuk jî dema li şantiyê nobedar bû dolmîşa li Şantiyê lê xist û jiyana xwe ji dest da.
Li Wanê jî karkerê 46 salî Îrfan Îşleyen dema arîzeya avê ya Îdareya Kanalîsazyonê û Avê ya Wanê (VASKİ) tamîr dikir, ket Boruya avê ya 500 çap û ber bi ava şit çû û winda bû. Lêgerina wî didome.