AMED - DEDAŞ, li ser pişta sed hezaran aboneyên xwe pereyê neheq qezenç dike. DEDAŞ, ceyrana ku jeneretorên avahiyan bi mazotê hildiberîne, li ser fatoreyên ceyranê dinivîse û heqê wê ji aboneyan qut dike. DEDAŞ, ji her aboneyên ku jeneratorê dixebitîne mehê herî kêm 15 TL tahsilatê derdixe. DEDAŞ, yên ku vê yekê red dikin û nerazîbûn nîşan didin jî ceyrana wan qut dike.
Şirketa Anonîm a Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê, li ser pişta sed hezaran aboneyan pereyên neheq qezenç dike. DEDAŞ, dema ceyran qut dike û welatî li avahiyên xwe bi jeneretoran ceyranê hildiberînin, ceyrana ku jenetetoran hilberandiye li ser sayaçên (Jimarker) xwe bar dike û li fatûreyên welatiyan dinivîse. DEDAŞ, ku her dem welatiyan bi ceyrana qaçax tawanbar dike, li ser pişta sed hezaran abone pereyê neheq qezenç dike. Xwediyê jeneratoran, hem heqê mazodê didin û hem jî bi qasî wê didin şîrteta DEDAŞ’ê. Bi taybetî ev pirsgirêk û diziya ceyranê, li herêm û bajarên ku bê navber ceyrana wan qut dibe derdikeve holê. Li bajar û avahiyên ku jenetetorê dixebitînin, serê her malê mehê 50-60 TL pere li ser fatûra wan a ceyranê zêde tê nivîsandin. Li gorî rayedarekî fîrmaya ku di sektora înşaetekê de xebatê dike, li Amedê bi giştî nêzî 6 hezar jenerator hene û bi deh hezaran abone li ser van cenetetoran in. Her çend neyê zanîn ku bi giştî çend avahî girêdayî van jeneretoran in jî DEDAŞ ceyrana ku van jenetetoran hilberandiye, wekî ceyrana xwe li ser sayacê bar dikin û li ser fatûreyên aboneyan dinivîsin.
BI ZEMÊ FATORE JÎ QAT BI QAT ZÊDE BÛN
Li navçeya Navendi ya Peyasê ya Amedê di sîteya M.C.M. ya 236 daireyên wê hene, di meha tebaxê de ji bo heqê enerjiya jeneterorê 2 hezar û 750 lt pere hat dayin. Li Taxa Bagcilar a Rezan a Amedê jî li Siteya O.K. ya 75 daîre, her çend jeneretorê 200 litre mazot xerç kir jî Hezar û 178 lira fatura hat. Li Navçeya Sûrê ya Amedê jî li sîteya ku 43 daîreyên wê hene, di heman mehê de hezar û 668 TL fatûre birî. Zema ku her roj li ceyranê zêde dibe li fatûra jeneretorê jî zêde dibe.
HER MEH PERE DIBIRIN
Li taxa Navçeya Sûrê ku her roj ceyrana wan qut dibe, li sîteyekê her roj ceyrana ku hat qutkirin kirin bin qeydan. Li gorî lêkolînê rojê 5 saetan ceyran qut dibe. Li gori qeyden sîteyê di meha hezîranê de bi giştî 24 saetan ceyran qut bû. Di meha tîrmehê de 9 saet û nîv qut bû. Di tebaxê de jî 9 saetan ceyran qût bû. Di 14 rojên Îlonê de jî bi giştî 4 saetan 40 dk ceyran qut kir.
Aboneyên ku der barê mijarê de doz vekirin, çend sal derbas bûn, lê hêj bi encam nebûye. Rêveberekî sîteyekê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku 3 salin doz vekiriye, lê hêj bi encam nebûye. Parêzerê ku li dozê dinere jî der barê mijarê de nexwest agahî bide.
JENERATOR ZÊDE BÛNE
Ji ber ku li bajarê herêmê dem dem ceyran qut dibe kesên jeneratoran dixebitînin jî zêde bûn. Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxa Odeya Endezyarên Elektrikê (EMO) Mehmet Orak, diyar kir ku piştî ceyran arizî kirin û kirin malê şîrketên taybet diziya ceyranê jî dest pê kir. Orak, anî ziman ku DEDAŞ li şûna li ser xurtkirinê raweste betir li ser ceyrana “winda û qaçax" radiweste.
HER ABONEYEK HERÎ KÊM 60 TL FATUREYA ZÊDE DIDE
Orak, diyar kir ku li taxa Diclekent a Peyasê, Taxa Bagcilar a Rezan û hin taxên Sûrê yên ku avahiyên nû lê hatine avakirin ji sedî 90’ê wan jeneratoran dixebitînin. Orak, anî ziman ku DEDAŞ li ser van jeneretoran bi neheqî pere qezenç dike. Orak, mînak da û wiha got: "Li gorî vê yekê li Sîteya ku 43 daîreyên wê hene, di Tebaxê de bi giştî Hezar û 668 TL heqê mazota jeneratorê hat razandin. Serê her daîryê 38.36 TL heqê şewata jeneretorê li fatûreyên ceyranê jî hatin barkirin. DEDAŞ'ê heqê jeneretorê li fatûreyên wan bar kir. Dîsa dema wekî para TRT jî lê tê zêdekirin 15 TL li fatûreyê zêde dibe. Her aboneyekî ku kêm zêde 250- 300 kilowatt/saat ceyranê xerç dike nêzî 160 TL fatûreya ceyranê jê re tê. Dîsa heqê jeneratorê jî nêzî 50 -60 TL li ser zêde dibe. DEDAŞ ji xeyni Amedê li 5 bajarên din ên herêmê jî xizmetê dike. Hem neheq qezecn dike û hem jî heqê ceyrana jeneratorê jî li ser fatûrê zêde dike. Bi vî rengî abone gelek mexdûr dibin."
'ÇIMA WELATIYAN NEÇARÎ JENERETORÊ DIKIN?'
Orak, anî ziman ku ev yek hem li hesabê rayedarên DEDAŞ'ê û hem jî li hesabê mutahîdan tê û bi vê rêbazê qezenca neheq bi dest dixin. Orak, ani ziman ku çima welatiyan neçarî jeneratorê dikin û divê sedema vê yekê baş bê lêkolînkirin. Dema mirov lêkolîn bike arizîkirina ceyranê û qezenca neheq a enerjiyê derdikeve holê. Orak, anî ziman ku ji bo pirsgirêkê çareser bikin bi rayedarên şîrketê re hevdîtin kirine, lê encam bi dest nexistine. Orak, da zankîn ku ji bo jeneratorê divê pergalek din ya ji ceyranê serbixe bê avakirin û ji ber lêçûna wê zêde ye kes xwe nade ber vê yekê. Orak, anî ziman ku ger DEDAŞ sayacekê li ser jeneratoran girê bide dê pirsgirêk çareser bibe û wiha got: "Ji bo rê li pêş tahsila zêde bigirin divê bi sayaca jeneretorê enerjiya hatiye qutkirin ji sayaca DEDAŞê kêm bikin û li gorî wê tahsîlatê bikin û wiha got: "Em Odeya Endezyarên Elektîrîkê ji bo xizmeta gel hene û her dem ji bo xizmeta civakê amade ne. Orak, anî ziman ku welatiyên mexdûr bûne dikarin alîkariya teknîkî bidin wan. Orak, bilêv kir ku ger Barya Amedê, sazî û rêxistinên demokratîk û sivîl têkildarî mijarê xebatêkê bikin ew jî dikarin tev li vê xebatê bibin.
Têkildari mijarê Midûrê Ragihandina Saziya DEDAŞ'ê Atilla Korkmaz, bi niviskî pirsên me bersivandin. DEDAŞ'ê pirsên me yên li ser hewldanên wan ên çareseriyê bi awayekî gefan bixwe bersivand. Korkmaz, bi rêziknameya DEDAŞ'ê ya der barê jeneteror û aboneyên ceyranê de bersivnad. DEDAŞ'ê xwest hemû bikarînerên jeneretoran li gorî rêziknameyê tev bigerin.
MA / Sedat Yilmaz