MÊRDÎN – Hasan Yaşarê 86 salî ku li ser îxbarekê hat binçavkirin, bi îdiaya "Nan daye PKK'yiyan" zêdeyî salekê ye diçe dadgehê û tê. Ji bo Yaşarê ku guhê wî giran bûye û çavên wî kêm dibînin, di navbera 5-10 salan de cezayê girtîgehê tê xwestin.
Li gundê Kewarexî yê Mehsertêya Mêrdînê, di sala 2017'an de li ser îxbarekê Hasan Yaşarê 86 salî tevî 10 kesan tê binçavkirin. Yaşarê ku guhê wî giran bûne û hema bêje çavên wî nabînin bi îdiaya "Nan daye PKK'yiyan" 2 rojan di bin çavan de dimîne û paşê tê berdan. Lê belê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin û di navbera 5-10 salan de cezayê girtîgehê ji bo wî tê xwestin. Danişîna ewil a Yaşar di Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê pêk hat. Yaşar di danişînê de tiştên pê tê tawanbarkirin red kir û xwest bê beraatkirin.
‘DIBÊJIN TE NAN DAYE TELEBEYAN'
Her wiha danişîan duyem a doza Yaşar di 21'ê Îlonê de pêk hat. Lê ji ber danişînên beriya wî dirêj ajotin, Yaşar demek dirêj li benda danişînê ma. Yaşar got: "Îxbara min hatiye kirin û dibêjin te nan daye telebeyan." Yaşar, diyar kir ku hevjîna wî 6 sal berê miriye û ji wê rojê ve kî tê ebr deriyê wî ew nan dide wan û got: "Di salên 90'î de davêtin ser gundên me. Em ji vir çûn Edeneyê. Li Taxa Daglioglûyê dimam. Hîn jî zarokên min li wira ne. Lê ji zûvde ye ez û hevjîna xwe hatin gund. Niha bi tenê dimînim. Paşê cendirmeyek hat ez birim. Gotin dozek te heye. Doza çi li min dikin, qey dixwazin min têxin hepsê?"
Piştî demeke dirêj danişîna Yaşar pêk hat. Lê belê ji ber heyeta dadgehê guherî, Yaşar mecbûr ma her tiştî jis erî de bibêje. Yaşar bi rêya werger parêziya xwe kir. Lê belê ji ber ku guhên Yaşar giran bûne tiştên digotin gelek caran ji mecbûrî dubare dikirin. Heyeta dadgehê parêziya Yaşar wekî "Ez van sûcan qebûl nakim. Beraeta xwe dixwazim" qeyd kir.
Danişîna bê dê di 13'ê Mijdarê de pêk bê.
Piştî danişînê Yaşar got: "Gotin nan daye telşebeyan. ji bo pereyan bistînin wisa gotin. Xwedê heqê min ji wan re nehêle. Tu van tiştan binivîse û qeyd bike."
MA / Ahmet Kanbal