AMED - Danişîna doza leşker Adem Çîftçî ku bi kuştina Medenî Yildirim tê tawanbarkirin dê di 27'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê pêk bê.
Di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê, di protestokirina li hemberî çêkirina qereqola leşkerî de, bi guleya leşkeran Medenî Yildirim mir û 8 kes jî birîndar bûbûn. Piştî raya giştî bertek nîşanî vê yekê da, Wezareta Karên Navxweyî mifetîşên milkiyeyê şandin Licê. Di Rapora Lêkolînkirinê ya mifetîşan amade kir de îfadeya Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Hêzanê Mûstafa Ozturk jî hebû û Ozturk gotibû: "Min fermanana berdanê da."
Piştî vê Dozgeriya Komarê ya Licê lêpirsîn da destpêkirin û bi biryara "nepeywirdariyê" dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re şand. Piştî mirina Medenî Yildirim 2 sal şûnde îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tenê leşkerê bi navê Adem Çîftçî (23) wekî gumanbar hat nîaşndan. Di îdianameyê de Çîftçî bi "kuştina bi qesdî" hat tawanbarkirin û hat xwestin 18 sal ceza lê bê birîn. Lê belê di îdianameyê de navê fermandarê qereqolê yê ferman daye tune ye.
Lê belê di lêpirsîna der barê fermandarê qerqolê û tîmên JOH'ê yên mudaxileyî bûyerê kirin de hat destpêkirin, di sala 2016'an de bi biryara neşopandinê hat dayîn. Piştî vê biryarê parêzeran li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 5'an a Amedê îtiraz kir û dadgehê biryara neşopandinê betal kir û xwest der barê berpirsiyaran de ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin û berfirehkirin.
Piştî du salan şûnde de Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê biryar da û der barê leşker Çîftçî de biryara beraetê da. Lê belê parêzera dozê Reyhan Yalçindag Baydemîr, bi hicneta lêpirsîn kêm e û baş nehatiye kirin serî li dadgeha îstinafê da û dadgeha îstinafê biryara beraetê xera kir û dosye ji dadgeha herêmî re şand.
DANIŞÎN DI 27'ê ÎLONÊ DE YE
Dê danişîna 3'yem di 27'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê pêk bê.