NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ergûn Demîr ê nûçeya bav Î. D. ê ku ji ber nekarûbû şal ji kurê xwe re bikire û întîhar kir hat binçavkirin.
Rojnameger Ergun Demir piştî nûçeya bav Î.D. yê ku ji ber pereyê wî tune bû û nekarîbû şalê dibistanê ji kurê xwe re bistîne û întîhar kir, çêkir, hat binçavkirin. Demîr, piştî hat binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Korfezê. Demîr daxuyanî da Rojnameya Kocaeli Zirve û wiha got: "Yekine ewil hatin mala min. Piştî dîtin ez ne li mal im, li min geriyan. Li ser ve yekê ez teslîm bûm. Niha ji bo ez îfadeyê bidim min dibin qereqolê.