MÊRSÎN – 54 Girtiyên siyasî yên li Girtigeha Tîpa T a Tarsusê binpêkirinên mafan ji ÎHD'ê re nivîsandin. Li ser nameya girtiyan ÎHD îro saet di 19.00'an de kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe didin destpêkirin.
Zextên li Girtîgehan ên li ser girtiyan zêde dibin. Yek ji van girtîgehan Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsêye. Têkildarî zextên li ser girtiyan 54 girtyên li kawîşên C-8, C-14, C-20 û C-26 name ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê re şandin. Li ser nameya girtiyan ÎHD îro saet di 19.00'an de kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe didin destpêkirin. Têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakki Demir, diyar kir ku ji bo binpêkirina mafan lêkolîn bike komîsyon ava kirine û wiha got: Em dixwazin çareseriyê ji vê yekê re bibînin. Me xwest bi riya hevalê xwe yê parêzer bi girtiyan re hevdîtin bikin. Lê mixabin heta niha rêveberiya girtîgeha Tarsûsê tu bersîv nedaye me. Demîr, anî ziman ku wan ji rêveberiya girtîgehê, Wezareta Dadê, Meclîsê û gelek cihên din re daxwazname nivîsandine, lê encam bi dest nexistine û ji ber vê yekê îro saet di 19.00'an de kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe didin destpêkirin.
Girtiyên name şandin wiha ne:
Ji Kawîşa C-8'an: Ramazan Şimşek, Mahmut Yalçin, Temer Yeşilbaş, Serhat Borak, Agid Bakir, Mehmet Aktaş, Abdullah Arslan, Nurullah Sertkaya, Onder Yilmaz, Gokhan Çetîn, Muhammed Şeh Hasan.
Ji kawîşa C-20'an: Vedat Bektaş, Erkan Taşhan, Selahattin Ordaç, Rauf cengiz, Îdrîs Degirmenci, Mehmet Çelik, Sipan Somer, Tahir Yeşilgoz, Mıhamed Îbrahim, Fahrettin Kılıç, Vedat Bektaş, Kadri Beştaş, Hamdullah Çelik, Halef Yigit, Selahattin Dilek.
Ji kawîşa C-26'an: Mehmet Siraç Aslan, M. Zahit Şahin, M. Fatih Bingol, Serhat Yıldırım, Huseyin Erpolat, Davut Esen, H.Halim Vural, Şeyhmus Tekin, Rıdvan Ulaş, Sezer Ozkan, Kadir Buyukmılıç, Kamuran Altın, İhsan Taşdelen.
Ji kawîşa C-14'an: Mehmet Sıraç Aslan, Savaş Deli, Cemil Îvrendi, Turgay Ural, Umit Tamur, Zeki Yıldırım, Hasan Yıldız, Mustafa Abi, Nasrettin Zirek, Ekrem Baydogan, Aydın Genç, Emrah Guler, Ahmet Tatli, Abdulbaki Arslan, Necat Oztekin.
BINPÊKIRINA MAFAN
Girtiyan di nameya xwe de binpêkirina mafan wiha rêz kir:
* Em dixwazin bi riya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, lê bersîva erênî nadin.
* Rûmeta me dişkînin û lêgerîna tazî dikin.
* Em rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên.
* Em rastî êrîşa fîzîki tên.
* Jiyana yek tîpê li ser girtiyan ferz dikin.
* Em rastî tecridkirinê tên.
* Me û girtiyên ji doza FETO û DAİŞ'ê tînin hemberî hev û em rastî çêrên wan tên.
* Dema em derdikevin hewşê madyeyên ku zerarê bidin me davêjin hewlê.
* Em rastî pêkanînên keyfî yên gartiyanan tên.
* Daxwazên me yê dermankirina diranan û yên din nayên bersivandin.
* Li odeyên 10 kesan 20 girtî dimînin.
* Pirtûkan bi sînor dikin.
*Di lêgerînê de wêneyê Selahattin Demirtaş ê li ser lênûskê çirandine.
* Di şandina nameyan de pûla PTTê lê naxin.
* Radyoyan desteser dikin.
* Dem bi dem lêgerînên keyfî dikin. Em rastî neheqiyan tên.
* Destûr nadin em wêneyên komî bikişînin.
* Îdare nûnerên odeyan muhatab nagire.