Yuksekdag: Salonên van dadgehan têra darizandina KCD'ê nake

  • rojane
  • 14:40 24 Îlon 2018
  • |
img
ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya girtî tê darizandin Fîgen Yuksekdga pêk hat. Yuksekdag, der barê sucdariya ji ber xebatên KCD'ê parastin kir û got: "Ger ku hûn dê derbarê xebatên KCD'ê de lêpirsînê bikin ev salonên we têr nakin. Ji ber ku divê salonên bi sed hezaran darizînin hebin. Ez bi xebatên KCD'ê serbilind im." 
 
7’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a li Salona Girtîgeha Sîncarê pêk hat. Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mûrat Çepnî, Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Emîne Kaya, parlementer Habîb Eksîk, Oya Ersoy, Tulay Hatîmogûllari, Endamê ESP’ê Şahîn Tumuklu û heyeta Parlamentoya Ewropa doz şopandin. Ji bo şopandina dozê li salonê kotaya 40 kesî danîn û tenê destûr dan ku 40 kes dozê bişopînin. Destûr nedan ku rojnameger tev li danişinê bibin. Yuksekdag da zanin ku di her danişînê de rastî pêkanînên keyfî yên siyasî tê û helwesta rayedaran rexne kir. Yuksekdag, beriya parastinê bike, siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ê 20’ê Îlonê li Hewlêrê bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da bi bîr an û sersaxî ji malbatê re xwest. 
Yuksekdag, anî ziman ku wefata Ayhan rastiya Tirkiye û mecsîla Tirkiye baş li pêş çavan radixe û wiha got: "Ev wêneyê trajediya siyaseta Tirkiye nîşan dide. Ayhan li bajarê ku temsîl dike jiyana xwe ji dest neda, wekî gelek kesên din heman qeder jiya. Wekî Nazim Hîkmet, Ahmet kaya, Yilmaz Guney û gelek kesên din heman tişt jiya. Li gel ku ew qas bûyerên siyaseta Tirkiye dersê jê derxin pir in jî lê mixabin hêj ders dernexistiye. Em dê têkoşîn û doza Rêheval Ayhan pêş bixin. Dilê wî şad be." 
 
Yuksekdag bibîr xist ku li Tirkiyeyê kirîzekî siyasî heye û li navendê jî kirîzekî edaletê heye. Yuksekda, bal kişand ser talûkeya kirîzê û wiha got: “Eger kirîz bi vî rengî dom bike wê kirîza edaletê hê girantir bibe, wê bibe sedemê nakokiyên civakî. Bi hezaran mirov mexdûrên kirîza siyasî ye.  Yuksekdag, da zanîn ku her zext û tundiya li ser wan zêde bû ew bêtir xurt bûn û bêtir tûj bûn û wiha got: "HDP di bin torpêçek mezin a siasetê de ye. Em dibînin ku êdi daraz ketiye bin hukmê siyasetê. Êdî saziyên darazê ne xwedî înîsiyatifa serbixwe ne ku biryarê bidin. 2 sal dermas nebûn ev dagirkerî niha bûye ilhak. Îro vesayet hatiye halekî wisa ku bûye mijara bazirganiyê. Êdî ev rezalet wisa belav bûye îktîdara siyasi pêdivî bi veşartina vê yekê jî nabîne. 
 
EDALET TENÊ LI SER DÎWAR HEYE
 
 Yuksekdag, anî ziman ku îktîdara siyasî ya hemû mekanîzmayên dewletê xistine kontrola xwe li hemberî wan e û wiha got: "Di van şertan de tu heviya me ji heyetên dadgehê tune ye. Nivîsa “Adalet” ku li pişt heyetê nivîsandiye, tenê li ser dîwar hatiye nivîsandin. Li Tirkiye krîza kûr a siyasî heye. Di navenda wê de jî krîza edaletê heye. Lê tu derê îktîdara siyasetê vê yeke bibîne tune ye. Îktîdara siyasî li şûna li pêşeroja welat binere, tenê li pêşeroja xwe dinere." 
 
'BI MILYONAN KRÎZA EDALETÊ DIJÎN' 
 
Yuksekdag, da zanîn ku kriza edaletê bi rêk û pêk pêş dikeve û li vî welatî bi milyonan mirov krîza edaletê dijî. Ez xwe wekî mexdûr nabînim. Ev vesikaya min a rûmetê ye. Tişta em bikin em dê li ber xwe bidin. Niha li tirkiye bi milyonan dolar dizî kirin. Lê tu darger û dozger pirsa vê yekê nakin. Karkerên balafirgehê ji ber ku dibêjin pariyek nan li me nekin kerafî û jar tên girtin. Daraz li pişt mirovên heq nesekinî. Darazê bi fermana îktîdarê mirov girtin û şandin girtîgehan. Ev zinar her ku diçe kûr dibe." 
 
Yuksekdag, ani ziman ku 2 wekîlên girtî hebûn û wiha lê zêde kir: "Yek jê Enis Berberoglu û ya din jî Leyla Guven bû. Dozên me ne yên hiqûqê ne. Em dîl hatine girtin. Enis Berberoglu yek ji van kesên dîl hatibû girtin. Li ser bazaran Berberoglu hat berdan. Ger ku meclîs bixwaze dikare dîsa Enis Berberoglu bide girtin. Destnedayina me jî wisa bû. Di serdema faşîzma Hitler de jî pergalek hiqûqê hebû. Lê niha êdî pergal jî nemaye. 
Niha bê şerm dibêjin yên  ji daraze bawer dikin ji sedî 30 in. Lê niha ewlehî xistine bin piyan. Bi vî şiklî dê çawa ji darazê baer bikin. Em dê her dem bibin dengê demokrasî, edalet û rastiyan. Em rastî neheqiyek gelek mezin in. Lê me her dem demokras3i, û berxwedan tercîh kir. Darizandina Galileo heye. Li salonê got "Hûn çi bêjin bêjin, lê dunya dîsa dizîvire. Yê me jî hûn çiqas înkar bikin lê ev rastî heye. Dibe ku weki Hallac-i Mansur çermê wî bê guran, weki Seyid Rıza bên darvekirin, lê nikarin rastiyê biguherînin."
 
KCD RÊXISTINEK DEMOKRATÎK E
 
 
Yuksekdag, bal kişand ser sucdarkirina wê ya têkildarî xebatên KCD'ê û wiha got: "Dema ku min ev yek di dosya dozê de dît ez keniyam. Îro bi hezaran ji ber vê yekê tên darizandin. Darizandina KCD'ê di 2 salên dawî de dest pê kiriye. Lê KCD saziyek 11 salî ye. Heta niha daraz li ku bû. Dive em tespît bikin ku doza li KCD'ê vebûye ji ber feraseta hêzên siyasî ye. KCD rêxistina girsê ya saziyên demokratîk e. Ji bo çaresariya pirsgirêka kurd pergalek ava kiriye. Di serdema hevditinên Oslo û Îmraliyê de hatiye avakirin. Roja ku îktîdarê dest ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd berda, li dijî KCD'ê teror îlan kirin. Helwesta îktîdarê ya li dijî HDP’ê jî hat guhertin. 
Helwesta li dijî KCD'ê şerma îktîdara siyasî ye. Kengî dest ji çareseriya pirsgirêka kurd berdan, KCD wekî rêxistina terorê îlan kirin. Hêza wan a KCD'ê darizînin tune ye. Ne hêz û ne salon heye. Ger ku dê KCD'ê darizînin ev salon têr nakin. Pêdivî bi salona sed hezaran mirov heye. 
 
Îktîdarê li şûna têkeve rêya çareserî u demokrakiyê, pêhna xwe li xeta çareseriyê xist û rêya krîzê hilbijart. Kaosa niha dijî encama vê tercîha hikûmetê ye. Li cihê ku demorasî hebe jiyan jî heye. Em îro ji ber rastiyê tînin ziman em tên darizandin. Lê mixabin ên şaşiyan dikin azad dikin. Divê em li dijî vê tarizandinê têkoşînek xurttir bidin. Ez bi xebatên KCD'ê serbilind u rûmet im. 
 
Danişîna dozê bi parastina parêzeran berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

25/09/2018
09:05 Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin
09:05 Dede: CPT berdewamiya komploya navnetewî dixebite
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2018'AN
08:59 Wekilê CHP'ê Bîrcan jiyana xwe ji dest da
24/09/2018
17:18 Ji bo karê xwe dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
16:34 5 kes bi îxbara salek berê hatin binçavkirin
16:11 Li Çoltara Hawêlê şer û operasyon
16:05 Rojnamegerê întihara bav kir nûçe hat binçavkirin
15:37 Îbrahîm Ayhan bi 'Şehît namirin' spartin axê
15:17 ÎHD’ê dest bi kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe dikin
14:40 Yuksekdag: Salonên van dadgehan têra darizandina KCD'ê nake
13:33 Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê mafê girtiyan binpê dikin
13:26 ‘Destê xwe nedin daristanan’
13:01 Îbrahim Ayhan oxir dikin: Tevahî siyaseta kurd li Sîweregê ye
12:41 Sakik: Em şahid in beriya Pasûrê li Vartinis û Zengokê jî komkujî kirin
12:08 Hekîman ji bo Kartal serî li dozgeriyê da
11:51 Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê
10:56 Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e
10:12 Girtiyê dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin
09:43 Tanrikulu: Erdogan ji niha de gel bi qeyûman tehdît dike
09:20 Sîxurî û cerdevaniyê dispêrin gundiyên Deywanê
09:19 Çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse
09:18 Jinên karker ên çandiniyê: Her tişt zem bû, tenê heqê keda me zêde nebû
09:16 Gola Koşkê ji gelek çûk û masiyan de malovaniye dike
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Cenazeyê Ayhan gihişt Sîweregê
23/09/2018
21:53 Doza danişîna Fîgen Yuksekdag sibê ye
20:45 Dag: Ciwan dê tecrîdê hilweşînin
19:59 Cenazeyê Îbrahîm Ayhan li Sîlopiyê bi 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin
19:15 Li 8 wargehên Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kirin
18:13 Zarokê ku nekaribû pereyê xwe bistîne îmalatxane da ber agir
17:33 Li Girê Spî û Girkê Legê ji bo Efrînê meşiyan
16:49 Cenazeyê Ayhan ji Hewlerê ber bi Sîlopî ve bi rê kirin
16:34 Ûmût ê polîsan bi maşînê lêxist defin kirin
16:27 3 karker bûn qurbana cînayeta kar
15:04 Koçyîgît: Heta tecrîda Îmralî bi dawî nebe azadiya gelan ne pêkan e
Hamzaoglu: Yên tirsê ava dikin zêdetir ditirsin
14:45 Berhemên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî derketin
14:00 Bûldan: Ocalan tecrîda di tecrîdê de dijî
13:31 Rojnameger Taşkin: Girtî nayên dermankirin ava paqij nadin
12:57 Zarokê 5 salî Ûmût ê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:15 Dê ji bo Ayhan ê HDP'î li Kobanê konê sersaxiyê vekin
12:03 Mizrakli yê HDP'î: Em dê têkoşîna Ayhan bi serkeftinê tacîdar bikin
11:55 Cenazeyê Sedanûr bi hêsirên çavan defin kirin
11:08 Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê?
09:56 Gelê Amedî: Çareserî azadiya Ocalan e
09:11 Gardiyanan jê re got: Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle
09:10 ‘Li hemberî Kerbelaya hîn jî didome, sekneke Husênî divê'
09:09 Ji bo Îdlîbê betanî û nivînan sîparîş dikin
09:06 Cengîz Ergulê ji Samsûnê û Merve Erciyasa ji Yozgatê Şaredariya Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibin
09:04 Dayika girtiyê nexweş Sûncak: Ger kurê min bimire dê kî hesab bide?
09:02 ‘Li Tirkiyeyê hiqûqê derbeyeke mezin xwariye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:19 Cenazeyê Ayhan dê îro li Sîlopî bi girseyî pêşwazî bikin
22/09/2018
20:48 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn
18:14 Walîtiya Bedlisê li 26 gundan derketina kolanan qedexe kir
17:38 Mezada pirtûkên kurdî tê lidarxistin
17:19 209 karkerên madenê ji kar avêtin
16:42 Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e
16:02 ‘Girtiyê nexweşîna kolon Kizilkan bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin’
15:56 ‘Girtiyên nexweş û DAIŞ'ê li heman blokê digirin'
15:26 ‘Cîhan li ser tifaqa dij Kurdîtiyê qenciyê dike’
15:20 Gundiyên ku ji Helikopterê gule li wan reşandin û hatin girtin, hatin berdan
14:40 Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin
14:09 Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin
14:01 Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû
13:22 Li Cizîrê polîsê gule bera hewa da xwe birîndar kir
12:43 Kaya: Pêşniyara Ocalan a Îslama Demokratîk xwedî wateya jiyanî ye
12:15 Polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê kirin
12:00 Bav ji ber krîza aborî întihar kir
11:03 Doz li kesên xizmetên tenduristiyê birin Cizîrê hat vekirin: Em li pişt kirînên xwe ne
10:45 Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin
10:33 Cenazeyê Sedanur a 9 salî ku hat windakirin hat dîtin
10:30 Kujerê Pakize Hazar dê ji nûve bê darizandin
10:10 Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin
09:58 Rayedarên wezarêtê xwestin ku pitika Arîn bidin saziya parastinê
09:29 Qeyûm malê şaredariyê derxist firotinê
09:15 Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike
09:14 Li Îmraliyê tişta nebûyî dikin: 6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan
09:13 Hevşaredarê Qubînê: Deynê heyî yê serdema AKP'ê nin
09:13 Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin
09:12 Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e
09:01 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:24 Vekirina Balafirgeha 3'emîn 2 meh taloq kirin
21/09/2018
20:37 Arslan: Daxuyaniyên min wekî sûc tên hesibandin
15:43 Baro ji bo ronîkirina kujerê Elçî bang li hikûmetê kir
15:20 Li Îmraliyê ‘hinceta redkirinê’ guherî
14:58 Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên nelirêtî kir nûçe derketin dadgehê
14:44 Belgefilma Heskîfê di pêşbirkê de ma fînalê
14:16 Parêzeran ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
14:08 Kongreya Îslama Demokratîk komxebatê pêk tîne
14:01 Jinên Colemêrgê: Demildest Leyla Guven berdin
13:43 HDP’ê ji bo kesê hat gotin “Ji ber tiryakê hat girtin’ daxuyanî da
12:46 Bekîr Kaya: Dozger dê ji vî welatî bireve lê ez narevim
12:27 Ji bo tevlîbûna şahiya ciwanan bang hat kirin
12:11 Rojnamegerê Avusturyayî Zirngast bê delîl girtin
12:05 10 kes li Bûrsayê hatin girtin
11:58 Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir
11:48 Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin
11:06 Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû
10:58 Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin