RIHA - Bi hezaran kesan cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Dewletêya Sîweregê wergirtin û ji bo helaliyê dibin mala lê ji dayik bûye.
Cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan piştî duh di sînorê xabûrê re derbasî Sîlopî bû, serê sibê anîn Navçeya Sîweregê. Girseya mezin ku piranî ji siyasetmedarên kurd pêk tê, piştî cenazeyê Ayhan ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê girtin, cenaze ji bo helaliyê birin mala ku Ayhan lê ji dayik bûye. Di merasima cenaze de Hevserokên Giştî yê KCD'ê, Endamên Dîwana KCD'ê, Hevserokên Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temelli, Hevşaredarê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî kiribûn, Ahmet Turk, Hevşaredarê Agiriyê ku qeyûm tayînî şûna wî kirin Sirri Sakik, parlamenterên HDP'ê, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Endamên TJA, rêveberên HDP'ê yên Riha, Mêrdîn, Şirnex, Amed8, Mêrsîn, Edene, Semsûr û navçeyên wan, Nûnerên saziyên civakî, Hunermend Ferhat Tunç û bi hezaran kesên din amade bûn. Girseya beşdarî merasimê bûn bê navber dirûşmeya "Şehit Namirin" berz dikin. Bi hezaran kesên beşdarî merasima cenaze bûn ber bi mala Ayhan lê ji dayik bûye ve dimeşin.
Dema cenaze ji morga nexweşxaneyê gritin Hevjîna Ayhan Rezan Ayhan axivî û got: "Êdî mirov nikare li mala xwe xwarin bixwe. Nikare derkeve ber deriyê mala xwe. Serokwezîr û Serokomarekî çawa heye ? Kesên çek nexistine destê xwe dibêje ‘propaganda terorîstan' kiriye. Terora çi? Ma çi kiribû we li girtîgehê da ber agir. We hewl da bişewitînin. Êdî bes e. Hevjînêmin ji ser vê axê re reviya. Çû rastiyê ji cîhanê re bêje. Em mirovê kûr bû. Ew pirtûk bû. felsefevan bû. Her kesî jê hez dikir. Ma sûcê me çi bû? Hevjînê min tenê aştî xwest."
Dayika Ayhan Zekiye Ayhan jî got: "Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser piyan bim. Îro ji bo Birahîm destê min dê li hewa be. Kurê min ji ber zilma Erdogan çû. Bi şeref û namûsa xwe jiya. Dilê wî ev zilm ranekir. " Di merasimê de wêneyê Ayhan ê mezin rakirin. Welatiyên tev li merasima Ayhan bûn jî wêneyên Ayhan bi singa xwe vekirin. Tevî tedbîrên polîsan ên mezin bi sedan maşîne çûn mala Ayhan û ji wir jî çûn goristana Nato. Merasima cenaze didome.