ENQERE - Hevşaredarê Agiriyê Sirri sakik têkildarî beraeta bersûcê komkujiya 11 kesên li Pasûrê hatin kuştin Fermandar Yavuz Erturk got: "Em piştre fêr bûn ku navê xwe wekî Tugaya Komandoyê Bolu guhertiye. Ev ket girtekên meclisê jî. Vê fermandariyê beriya komkujiya Pasûrê li gundên Vartinis û Zengokê jî komkujî pek anîn. Em şahid in."
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kiribûn. Têkildarî bûyerê di 19'ê Îlonê de 18’emîn danişîna “Doza Pasûrê” li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê hat ditîn. Danişîna doza biryarê ya Pasûrê ku 25 sal berê 11 kes li Pasûrê hatin kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereye hat ditin. Heyeta dadgehê tevi hemû delîl û şahidan doz betal kir û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kir. Piştî doz hat betalkirin û Fermandar Yavuz Erturk beraet bû, Hevşaredarê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) yê Agiriyê Sırri Sakik, li ser hesabê Twitterê bertekên xwe anîn ziman û got: "Ji bo xwedê ez şahid im. Yê gundê me Zengok şewitand, yê 5 xizmên min şewitand û qetil kir û yê li Pasûrê 11 kes revand heman kes e. Piştî vê bûyerê jî bûyerên din pêş ketin." Sakik, piştî ev agahî li ser hesabê twîtterê parve kir, têkildarî bûyerê ji Ajansa ye ya Mezopotamya (MA) re axivî.
'DAYIK BAV Û 7 ZAROK BI SAXÎ ŞEWITANDIN'
Sakik, ani ziman ku Fermandariya Tugaya Bolu ewil di 3'ê cotmeha 1993'an de saet di 03.00'an de li Gundê Vartinisê yê Mûşê dest bi komkujiyê kirin. Em wî zatî ji wan rojan baş nas dikin. Em şahidê bûyerê ne. Dema wan operasyonan dest pê kir, ez li Mûşê bûm. Li Gundê Vartînisê bûyer pek hatibûn. Li dijî malbata Nasir Ogur û xizmên wî komkujiyek mezin pêk hatibû. Nasir Ogut, hevjîna wîya ducanî Ayşe Ogut û 7 zarokên wî bi hevre bi saxî li gundê Vartinîsê hatin şewitandin. Çend roj berî bûyera Pasûrê bû.
'ME BI HEVRE DEST Û PIYÊN ZAROAN DERXIST'
Sakik ku wê serdemê parlamenter bû, diyar kir ku di 5'ê Cotmeha 1993'an de bûyer hat berovajîkirin û parve kirin û wiha got: "Komkujî berovajî kirin û parve kirin. Li holê şer tune bû. Lê wekî ku şer û çalakî hebe nîşan dan. Bûyer raste rast bi destê hêzên dewletê û hin cerdevanan pêk hat. Gunt dem û dûz kirin. Ji bo ez vê bûyerê lêkolîn bikim ez çûn Gundê Varînîsê yê Mûşê. Beriya ku biçim min serî li Komîsyona Mafên Mirovan da. Min xwest cemaweriyê der barê vê bûyerê de ronî bikin. Endamên komîsyonê ji bo bûyerek din çûbûn Wanê. Ez bi telefonê bi endamên komîsyonê re axivîm. Min xwest li ser hovîtiya Vartinîsê rawestin û ronî bikin. Lê mixabin endamên komîsyonê gotin 'Em nekarin 150 kilometre biçin cihê dûr. Lê dema ku ez li wan geriyam gotin em dê biçin û lêkolîn bikin' Lê mixabin lêkolîn nekirin. Di bin wan kavilên xanî de tenê dest û piyên zarokan mabû. Me û gundiyan bi hevre derxist û defin kirin."
PIŞTÎ VARTINÎSÊ ZEGOK
Sakik, ani ziman ku wê rojê armanc kir ku biçe gundê xwe Zengokê û wiha lê zêde kir: "Di dawiyê de min bernameya xwe betal kir. Ez çûm gundê Şenê. Li dijî gundê me Zengokê operasyonek mezin hat destpêkirin. Di 11'ê Cotmeha 1993'an de mala ku ez lê diman di şefeqê de li derî xistin. Li gundê Zengokê operasyonek mezin pêk anîn. Yên ji malê reviyan û gundên derdorê xaniyên wan dan ber agir. Dema esker hatin gund ewil mala ku ez lê dimam pirsîn. Hemû gund dan ber agir. Yên di şefeqê dehatin gund diyar kirin ku gund dişewitîne. Dema gund şewitandin, li Gundê Eralanê 3 kes hatin binçakirin û li tenişta Çemê Mûradê li ser wan gule reşandin. Yek ji van 3 kesan Yusuf Söylemez (80), bû. Yê din Fadil Baran û yê din jî Vahdettin Yalçın bû. Ev 3 kes ji aliyê yekîneya operasyonê ve hatin binçavkirin û hatin kuştin. "
XIZMÊN MIN HATIN QETILKIRIN
Sakik, da zanîn ku piştî gundê wan Zengok şewitandin, xizmê wî Mehmet Siddik Toktaş (80), kurê wî yê xwendekarê zaningehê, keça wî cîranê wî tevî ajokarên xwe yên di rêya trînê de kar dikin, di 23'ê Cotmeha 1993'an de çûn gund. Xizmên min wê rojê di maşînê de ji aliyê eskeran ve hatin binçav kirin. Destê wan zincir kirin û xistin xanî. Ew di malê de înfaz kirin û şewitandin. Rojek din em çûn ew cenaze nehatin naskirin. Ji saetên destê wan û bazinên destê wan hatin naskirin."
'LI SEROKOMAR SULEYMAN DEMÎREL GERIYAM'
Sakik, da zanin ku wê rojê li Serokomar Suleyman Demîrel geriya û agahî da û wiha berdewam kir: "Min got polîtikayek zalîmane tê meşandin. Lê Demirel nîv saet şûnde li min vegeriya. Wat waliyê bajar li benda te ye. Dema ez çûm Walîtiyê Fermandarê Alaya Cendirmeyan û Walî li benda min bûn. Gotin ji Bolû yekineyek hatiye û li wan guhdar nake. Gotin bi serê xwe operasyonan pêk tînin. Walî û Fermandariya Cendirmeyan a Bajar Agahdar nekirine."
YÊN HATIN KUŞTIN WEKÎ TERORÎST ÎLAN KIRIN
Sakik, anî ziman ku dema ev rastî pêş ketin, Wezîrê Karên Hundir got "Li Gundê Sirri Sakik 5 terorîstên PKK'î kuştî hatin dîtin" û rastî berovajî kir. Sakik, da zanîn ku ew roj di meclîsê de û di cemaweriyê de anî ziman û wiha berdewam kir: "Xizmên min ên hatin kuştin wekî terorîst pênase kirin. Ên hatin kuxtin xizmê min Mehmet Sıddık Toktaş ê 80 salî û zarokên wî yên karmendên dewletê bûn. Piştî vê operasyonê, li dijî herêma Deşta Şenê operasyon pêk anîn. Deşta Şenê cîranê me ye. Li wir jî 11 welatiyên ku piraniya wan xizmên min in binçav kirin. Mehmet Salih Akdeniz birayê jinbira min e. Hovîtiyek wiza li Pasûrê kirin ku hin ji wan kuxtin û hinek jî bi zorê kirin cerdevan. Kurê Akdeniz şahidê van hemû bûyeran e. Şahidê van bûyeran îro li wir sercedevan e."
HEMÛ CEMAWERÎ RASTIYÊ DIZANE
Sakik, herî dawî anî ziman ku hemû cemaweriya Tirkiye rastiya bûyerê zane û wiha bi dawî kir: "Min hemû rastî li meclîsê bi hûrgulî got. Me wê demê nav dizanîbû. Piştre em fêr bûn ku Fermandariya Tugaya Bolu ye. Ev yek terbasi girntekên meclîsê bû. Di 5'ê Mijdara 2004’an de goristana komî ya 11 kesên bi zorê hatin binçavkirin hat dîtin. Dema dozê dest pê kir, wê demê çareseriya pirsgirêka kurd dihat axaftin. Ji bo Tirkiye bi paşeroja xwe re bê rûqalî hev firsendek bû. Lê asta ku îro em hatine dîsa em kujerê Vartinîs, Zengok û gundê Pazûrê yek bi yek beraet dikin. Li Tirkiye berê 3 hezar û 500 gund bi sedan mirov hatin şewitandin. 20 hezar kuştiyên kujer nediyar hene. Ger ku tevî hemû rastiyan kujerek neyê girtin û neyê cezakirin ev nabe çareserî. Dema gund dihatin şewitandin Serokwezîr Tansu Çiller der barê gundên hatin şewitandin de got "Helikopterên PKK'ê lêxist" "Helîkopterên ji Afganistan û Pakistan hatin lêxistin û şewitandin". Li diji van serpêhatiyên li dijî kurdan êdî wicdan bûye text. Çav kor, ziman lal û guh ker bûne. Bi taybeti me der barê Fermandarê Tugaya Bolu Yavuz Erturk de gelek tişt li meclîsê anî ziman. Di sala 1995'an de bi plana Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Mûşe em rastî suikastê hatin. Ev hemû bi plan û rêxistinî pêk hat. Ez şahidê hemûyan im. Ev biryar ne sincî û ne jî hiqûqî ye. Ne wîcdanî û ne jî mirovi ye.
Divê dewlet êdî sûcê xwe qebûl bike û hesab bipirse.
MA / Berivan Altan