STENBOL – Rojiya Mirinê ya Vefa Kartal ket roja 81’an. Heyeta TTB’ê bi boneya bi Kartal re hevdîtinê bike serî li dozgeriyê da. KONGRA-GEL jî diyar kir ku çalakiya Kartal gihîştiye armanca xwe û xwest ku çalakiya xwe bi dawî bike.
Girtiyê nexweş ê giran Vefa Kartal (42) 81 roj in li Girtîgeha Jimara 1’ê ya Tîpa F a Tekîrdagê di Rojiya Mirinê de ye. Kartal bi boneya tedawiya wî nayê kirin û ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş vê çalakiyê daye destpêkirin. Kartal ê ji 18’ê îlona 2017’an vir ve di hûcreya yek kesê de ye her roja diçe rewşa wî giran dibe.
HEYETA TTB’Ê SERÎ LI DOZGERIYÊ DA
Birayê Kartal, Umut Kartal der barê rewşa birayê xwe de agahî da û diyar kir ku dê di nava rojê de HDP parêzer bişîne girtîgehê cem birayê wî û Odeyên Tabîban ên Stenbol û Tekîrdagê jî ji bo bi birayê wî re hevdîtin bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Tekîrdagê dan.
KONGRA-GEL BANG KIR
Kongra Gelê Kurdistan (KONGRA-GEL) jî bi îmzeya Hevserok Remzî Kartal name ji malbata Kartal re şand. KONGRA-GEL di peyamê de bal kişand ser rewşa Kartal û got: “Tu girtiyek azadiyê yê 24 sal e li ber xwe didî û girtiyê azadiyê yî. Bi rûmetî li ber xwe didî. 81 roj e bi awayek rûmet ji bo daxwazên xwe tu li ber xwe didî. Em berxwedana te silav dikin. Çalakiya te gihîştiye armanca xwe. Çalakiya te bû rojev û deng û peyama te gihîşt gelê me û raya giştî. Di pêvajoyek hemû Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî, di van şertan de êdî hûn jiyana xwe nexin rîskê û em vê yekê rast nabînin. Em daxwaz dikin ku hûn dawî li çalakiya xwe gihîştiye rojiya mirinê bînin. Em bi hêvî ne hûnê bersivê bidin daxwaza me û em silav û rêzên xwe ji te re birêdikin.”