AMED - Parlamenterê CHP'ê Prz. Sezgîn Tanrikulu, bal kişand ser helwesta Serokomar Recep Tayyip Erdogan a der barê hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: "Hêj hilbijrtin pêk nehatiye Erdogan gelê herêmê bi qeyûman tehdît dike. Lê gel tu car qeyûm qebûl nekiriye.
Hefteya borî Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan der barê hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya ku tê payin di adara 2019'an de pêk bê axivî bû. Erdogan diyar kiribû ku ev hilbijartin dê pir cuda be. Tekildarî daxuyaniya Erdogan Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, nirxandin kir û bertek nîşan da.
‘ZAGONAN LI GORÎ HERÊMAN DIXIN MERIYETÊ'
Tanrikulu, anî ziman ku Erdogan qanûnên ku nikare di meclîsê re derbas bike, bi awayekî dijdemokratîk dixe meriyetê û wiha got: "Erdogan zagonên ku nikare di meclîsê re derbas bike bi rêbazên dijdemokratîk ên KHK'yan derbas dike. Pêkaninên qeyûm nekarîbû di meclîsê re derbas bike, lê bi rebazên dijdemokratîk xist meriyetê. Zêdeyî 90 şaredarî desteser kir. Gelek hevşaredar girtin. Îdîayên der barê şaredaran de diyar in, Li gorî qanûnan cezayê wan jî diyar in. Ger ku der barê giriyan de lêpirsinek hebe wezîre karên hundir dikare wan ji kar dûr bixe. Ger ku bê sûc bê dîtin divê mafê wî dîsa bidin wî. Mixabin li dijî şaredariyên DBP'ê qet zagon neketin meriyetê. Ew neheq ji kar derxistin û şandin girtîgehê. Raste rast vîna gel tê binpêkirin. Vê binpêkirina vîna gel hêj berdewam dikin."
‘ERDOGAN BI HILBIJARTINA GEL QAYIL NABE QEYÛM TAYÎN DIKE'
Tanrikulu, anî ziman ku bi daxuyaniya Erdogan nêzîkatiya wîya li dijî şaredariyên herêmê û qeyûman nehatiye guhertin û wiha got: "Erdogan ji gel re dibêje, ‘Ger ku li dijî vîna me û tercîha me ya siyasî hilbijartin pêk bê û encam derkeve em dê dîsa qeyûm tayîn bikin.' Ger ku wisa be wateya hilbijartinê namîne. Wê çawa hilbijartin pêk bê. Mafê welatî yê herî bingehîn mafê hilbijartin û bijartinê ye. Welatî dê çawa bi vê yekê baweriya xwe bîne. Ev daxuyaniya Erdogan nîşan dide ku dê vîna gel binpê bike û hilbijartin li herêmê bê wate dimîne êdî. Mirovê ku gel wî hilbijêre, Enqere wî nas nake. Ev wisa nabe. Ev yek nayê qebûl kirin.
Gel jî tu carî vê yekê qebûl nake. Ev qebûl nekir û dê tu carî qebûl neke. Mirovên ku qet eleqeya wan bi wî bajar û wê navçeyê tune wekî qeyûm tê tayînkirin. Li dijî vîna gel tê hilbijartin. Şaredarê ku gel hildibijêre dewlet qebûl nake û walî û qeymeqamê xwe tayîn dike. Ev bi xwe pirsgirêk e. Ji xwe ev yek bi ser jî nakeve."
Tanrikulu, da zanîn ku çawa îlana OHAL'ê ya 20'e Tirmehê darbeya li dijî demokrasiyê bû, tayînkirina qeyûman jî darbeya li dijî vîna gel e. Daxuyaniya Erdogan li dijî demorasiyê ye û dibêje 'Ez çi bêjim wê ew bê kirin.' Lê em qet destûr nadin vê yekê.
MA / Esra Solin Dal