MÊRDÎN – Gundê Deywanê yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di bin zext û gefên esker û tîmen taybet de dijî. Esker û tîmên taybet ku heta niha gelek caran li gund bi ser malan de girtin û gelek ciwan binçav kirin, gefan li ciwanan dixwin û sîxurî û cerdevanî li wan ferz dikin.
Li Gundê Deywanê yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê heta niha gelek caran esker û tîmên taybet bi ser malan de gir û gelek ciwan binçav kirin. Hêj serdegirtina gund a esker û tîmên taybet berdewam dike. Welatî ji ber serdegirtina esker û tîmên taybet bêzar in. Welatiyên Gundê Deywanê diyar kirin ku bêje her roj esker bi ser gundê wan de digirin û zextan li wan dikin. Welatiyan diyar kirin ku ewil eskeran bi ser gundê wan de digir û di demên dawî de tîmên taybet bi ser gundê wan de digire. Welatiyan anîn ziman ku tîmên taybet ji wan dixwazin ku gundê xwe terk bikin an jî bibin cerdevan û sîxuriyê li wan ferz dikin. Her çend gundiyên ku tên binçavkirin û serbest bên berdan jî disa rastî tundî û gefên esker û tîmên taybet tên. Welatiyan diyar kirin ku dema tîmên taybet û esker bi ser malên wan de digirin tundiyê li ser wan dimeşînin û gefan li wan dixwe. Welatiyan anîn ziman ku dibêjin "îfadeya we heye" û gundiyan dibin qereqolê û gefa li wan dixwe. Welatiyan da zanîn ku malbatnên zaroken wan tev li PKK’ê bûne yek bi yek bang li qereqolê dike û li qereqolê li şuna cendirmeyan ji aliyê tîmên taybet ve rastî lêpirsînê tên. Welatiyan anîn ziman ku li qereqolê ji wan dixwazin ku bang li zarokên xwe yên tev li PKK’ê bûne bikin û zextan li wan dikin. Welatiyên vê yekê qebûl nakin jî rastî tundî û gefan tên.
CERDEVANIYÊ LI WAN FERZ DIKIN
Li Gundê ku heta serdema qedexeyên kolanan ên li Nisêbînê jî hin welatî cerdevan bûn û di qedexeyan de ji ber cerdevan kirin mertal û dan pêş xwe, cerdevanan îstîfa kiribûn. Li melayê gund jî zext tê kirin ku cerdevaniyê û sîxuriyê bi wan şêrin bike û li gorî wê weazan bide. Welatiyên ku li gorî wan tev nagerin jî, ji qereqolê bang li wan dikin û sîxurî û cerdevaniyê li ser wan ferz dikin. Welatiyan da zanîn ku ji her 50 metreyekî carekê teqîn çê dibe û bi zanebûn ev teqîn pek tên ku welatî gund terk bikin. Welatiyan destnişan kirin ku esker li qereqolê ji wan dixwazin an gund terk bikin an jî bibin cerdevan. Welatiyan xwest demek beriya demekê ji van pêkanînan vegerin.