BÛRSA - Li Înegola Bûrsayê zarokê 17 salî K.D. yê nekarîbû pereyê xwe ji patron bistîne, îmalatxaneya xeratê ya lê kar dikir da ber agir.
Li navçeya Înegol a Bûrsayê zarokê karker ê 17 salî K.D., ji ber ku nekarîbû heqê xwe ji patron bistîne, îmalatxaneya xeratê ya lê kar dikir şewitand. Zarokê 17 salî K.D., îmalatxaneya xeratiyê şewitand û berteka xwe anî ziman.
Piştî bûyerê polîsê li sanayê tûr davêt dîtîn ku kargerî dişewite. Yekîneyên agirkujê mudaxale kir û şewat vemirandin. Polîsên bi şopa bûyerê ketin, zarokê 17 salî K.D. binçav kirin. Hat fêrbûn ku K.D. ji ber heqê xwe negirtiye çalakî pêk aniye.