HEWLER - Cenazeyê siyasetmedarê kurd û parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan ê li Hewlerê jiyana xwe ji dest da, ji Hewlerê ber bi Sinorê Xabûrê yê Sîlopiyê ve bi rê kirin.
Li Hewlêrê di saet 14:30'an de cenazeyê siyasetmedarê kurd kurd û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan ku di 20'ê Îlonê de li Bajarê Hewlerê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû, piştî merasimekê ji Hewlerê ber bi deriyê xabûrê yê Sîlopî ve oxir kirin. Heyeta HDP'ê û gelek rêxistinên civakê dê li deriyê sînor ê Xabûrê yê Sîlopî bi girseyî cenazeyê Ayhan pêşwazî bikin.
Malbata Ayhan û heyeta HDP'ê dê cenazeyê Ayhan sibê saet di 11.30'an de li Goristana Nato ya Sîweregê bi girseyî defin bikin.