NAVENDA NÛÇEYAN - Di rojekê de 3 karkerên di karên cuda de dixebitîn bûn qurbana cînayetên kar. Li Çorluyê Şaban Sezgin, li Dîlokê Hanîfî Ozdemîr, li Bartinê Hayatî Erdogan bûn qurbana cînayetên kar.
Li gorî daxuyaniya Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) di nava rojekê de 3 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎGM'ê li ser hesapê twîtterê agahiyên karkerên jiyana xwe ji dest dane parve kir. Li gorî ÎSÎGM'ê di rojekê de 3 karker bûn qurbana cînayeten kar. Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê karkerê kana keviran ê 47 salî Şaban Sezgin, li Dîlokê karkerê 24 salî Hanifi Ozdemir û li Bartine jî karkerê 40 salî Hayati Erdogan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.