Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin

  • rojane
  • 14:40 22 Îlon 2018
  • |
img
AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ku derve li çalakiya wan a "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" hat qedexekirin, li avahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Amed û Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan ên çalakiyên xwe li hundird berdwam kirin, diyar kirin ku dibe çalakiyên wan qedexe bikin, lê nikarin wan ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin." 
 
Xizmên winayan û parazvanên mafên mirovan ên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên lêgerina edaletê berdewam kirin. Xizmên windayan ji ber ku derve li çalakiyên wan hatine qedexekirin, çalakiyên xwe li avahiyên Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam kirin. 
 
Li Amedê Xizmên Windayan di hefteya 502’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan li salona Vedat Aydin a ÎHD'ê dîsa pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Dayikan û xizmên windayan qurnefil danîn ser wêneyan û aqûbeta windayan pirsîn. Dîsa wêneyên kesên di qedexeya Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin jî rakirin. 
 
Di çalikyê de Endama Meclisa Jinan a KESK'ê, Nûnerên SES'ê, Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek keên din amade bûn. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Îbrahîm Gundem ê di 25'ê Îlona 1991'an de li gundê Sarierik a Navçeya Hazrdoya ya Amedê eskeran ew binçav kirin û windakirin pirsîn. 
 
BI DARAZÊ LI HEQ NAYÊ GERÎN
 
Sekretera Şaxa ÎHD'ê Yusel Aslan Acer, diyar kir ku qedexeya li pêş Dayikên Şemiyê bi temamî keyfî ye û li dijî heq û hiqûqê ye. Acer, anî ziman ku ev qedexeyên lipêş wan nikarin wan ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin. Acer, anî ziman ku kesên bi awayekî bê daraz hatin windakirin divê bên dîtin û xwest kujer jî bên darizandin. Acer, da zanin ku heta bigêjin mafê xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
Acer, bal kişand ser encama doza 11 kesên hatin binçavkirin û kuştin jî wiha got: "Biryara Doza Pasûre nîşan da ku cînayetên bi destê dewletê tên parastin. Kujer tên parastin û nayên cezakirin. 
 
Acer, piştre çîroka Gundem parve kir û wiha got: "19 sal berê di 25'ê Îlonê de eskerên di bin Fermandariya Tegmen ê Qereqola Hazro Kemal Şahin de bi ser mala Gundem de girtin. Gundem binçav kirin û birin. Pişre di bin çavan de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin. Di heman rojê de Dayik Meryem û bav Ahmet Gundem çûn Fermandariya Qereqolê û Fermandar Kemal Şahin li çavê dayik û bav nerîye û gotiye 'Min ew nebirie' û derew li wan kiriye. Malbata Gundem 19 salin li krê xwe digerin, lê heta niha tu encam nestendine. Acer, anî ziman ku berpirsiyar Fermandarê Qereqola Hazro Kemal Şahin, Waliyê OHAL'ê Necati Çetinkaya, Serdozgerê Komarê yê Hazro, Serfermandarê Artêşê Doğan Güreş, Serokwezîr Mesut Yılmaz, Serokê Komîsyona Mafê Mirovan Mehmet Kahraman, Wezîrê karên Hundir Mehmet Kalandi nin. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan xwestin li derve çalakiyê pêk bînin, lê destûr nedan. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 404’an de li ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan di hefteya 408'an de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Rêveberên ÎHD, HDP û nûnerên rêxistinî jî piştgirî dan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê Devran Yildiz diyar kir ku ew dê heta dawî tekoşîna xwe berdewam bikin. Rêveberê Komeleyê Zeki Tanguner jî bal kişand ser doza 11 kesên li Pasûrê hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Lêpirsîna doza Komkujiyê di 19'ê îlonê de betal bû. Tanguler, diyar kir ku weki xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan dê heta dawî legerina edalet û mafên mirovan berdewam bikin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/09/2018
09:05 Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin
09:05 Dede: CPT berdewamiya komploya navnetewî dixebite
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2018'AN
08:59 Wekilê CHP'ê Bîrcan jiyana xwe ji dest da
24/09/2018
17:18 Ji bo karê xwe dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
16:34 5 kes bi îxbara salek berê hatin binçavkirin
16:11 Li Çoltara Hawêlê şer û operasyon
16:05 Rojnamegerê întihara bav kir nûçe hat binçavkirin
15:37 Îbrahîm Ayhan bi 'Şehît namirin' spartin axê
15:17 ÎHD’ê dest bi kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe dikin
14:40 Yuksekdag: Salonên van dadgehan têra darizandina KCD'ê nake
13:33 Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê mafê girtiyan binpê dikin
13:26 ‘Destê xwe nedin daristanan’
13:01 Îbrahim Ayhan oxir dikin: Tevahî siyaseta kurd li Sîweregê ye
12:41 Sakik: Em şahid in beriya Pasûrê li Vartinis û Zengokê jî komkujî kirin
12:08 Hekîman ji bo Kartal serî li dozgeriyê da
11:51 Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê
10:56 Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e
10:12 Girtiyê dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin
09:43 Tanrikulu: Erdogan ji niha de gel bi qeyûman tehdît dike
09:20 Sîxurî û cerdevaniyê dispêrin gundiyên Deywanê
09:19 Çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse
09:18 Jinên karker ên çandiniyê: Her tişt zem bû, tenê heqê keda me zêde nebû
09:16 Gola Koşkê ji gelek çûk û masiyan de malovaniye dike
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Cenazeyê Ayhan gihişt Sîweregê
23/09/2018
21:53 Doza danişîna Fîgen Yuksekdag sibê ye
20:45 Dag: Ciwan dê tecrîdê hilweşînin
19:59 Cenazeyê Îbrahîm Ayhan li Sîlopiyê bi 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin
19:15 Li 8 wargehên Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kirin
18:13 Zarokê ku nekaribû pereyê xwe bistîne îmalatxane da ber agir
17:33 Li Girê Spî û Girkê Legê ji bo Efrînê meşiyan
16:49 Cenazeyê Ayhan ji Hewlerê ber bi Sîlopî ve bi rê kirin
16:34 Ûmût ê polîsan bi maşînê lêxist defin kirin
16:27 3 karker bûn qurbana cînayeta kar
15:04 Koçyîgît: Heta tecrîda Îmralî bi dawî nebe azadiya gelan ne pêkan e
Hamzaoglu: Yên tirsê ava dikin zêdetir ditirsin
14:45 Berhemên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî derketin
14:00 Bûldan: Ocalan tecrîda di tecrîdê de dijî
13:31 Rojnameger Taşkin: Girtî nayên dermankirin ava paqij nadin
12:57 Zarokê 5 salî Ûmût ê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:15 Dê ji bo Ayhan ê HDP'î li Kobanê konê sersaxiyê vekin
12:03 Mizrakli yê HDP'î: Em dê têkoşîna Ayhan bi serkeftinê tacîdar bikin
11:55 Cenazeyê Sedanûr bi hêsirên çavan defin kirin
11:08 Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê?
09:56 Gelê Amedî: Çareserî azadiya Ocalan e
09:11 Gardiyanan jê re got: Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle
09:10 ‘Li hemberî Kerbelaya hîn jî didome, sekneke Husênî divê'
09:09 Ji bo Îdlîbê betanî û nivînan sîparîş dikin
09:06 Cengîz Ergulê ji Samsûnê û Merve Erciyasa ji Yozgatê Şaredariya Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibin
09:04 Dayika girtiyê nexweş Sûncak: Ger kurê min bimire dê kî hesab bide?
09:02 ‘Li Tirkiyeyê hiqûqê derbeyeke mezin xwariye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:19 Cenazeyê Ayhan dê îro li Sîlopî bi girseyî pêşwazî bikin
22/09/2018
20:48 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn
18:14 Walîtiya Bedlisê li 26 gundan derketina kolanan qedexe kir
17:38 Mezada pirtûkên kurdî tê lidarxistin
17:19 209 karkerên madenê ji kar avêtin
16:42 Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e
16:02 ‘Girtiyê nexweşîna kolon Kizilkan bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin’
15:56 ‘Girtiyên nexweş û DAIŞ'ê li heman blokê digirin'
15:26 ‘Cîhan li ser tifaqa dij Kurdîtiyê qenciyê dike’
15:20 Gundiyên ku ji Helikopterê gule li wan reşandin û hatin girtin, hatin berdan
14:40 Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin
14:09 Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin
14:01 Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû
13:22 Li Cizîrê polîsê gule bera hewa da xwe birîndar kir
12:43 Kaya: Pêşniyara Ocalan a Îslama Demokratîk xwedî wateya jiyanî ye
12:15 Polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê kirin
12:00 Bav ji ber krîza aborî întihar kir
11:03 Doz li kesên xizmetên tenduristiyê birin Cizîrê hat vekirin: Em li pişt kirînên xwe ne
10:45 Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin
10:33 Cenazeyê Sedanur a 9 salî ku hat windakirin hat dîtin
10:30 Kujerê Pakize Hazar dê ji nûve bê darizandin
10:10 Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin
09:58 Rayedarên wezarêtê xwestin ku pitika Arîn bidin saziya parastinê
09:29 Qeyûm malê şaredariyê derxist firotinê
09:15 Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike
09:14 Li Îmraliyê tişta nebûyî dikin: 6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan
09:13 Hevşaredarê Qubînê: Deynê heyî yê serdema AKP'ê nin
09:13 Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin
09:12 Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e
09:01 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:24 Vekirina Balafirgeha 3'emîn 2 meh taloq kirin
21/09/2018
20:37 Arslan: Daxuyaniyên min wekî sûc tên hesibandin
15:43 Baro ji bo ronîkirina kujerê Elçî bang li hikûmetê kir
15:20 Li Îmraliyê ‘hinceta redkirinê’ guherî
14:58 Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên nelirêtî kir nûçe derketin dadgehê
14:44 Belgefilma Heskîfê di pêşbirkê de ma fînalê
14:16 Parêzeran ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
14:08 Kongreya Îslama Demokratîk komxebatê pêk tîne
14:01 Jinên Colemêrgê: Demildest Leyla Guven berdin
13:43 HDP’ê ji bo kesê hat gotin “Ji ber tiryakê hat girtin’ daxuyanî da
12:46 Bekîr Kaya: Dozger dê ji vî welatî bireve lê ez narevim
12:27 Ji bo tevlîbûna şahiya ciwanan bang hat kirin
12:11 Rojnamegerê Avusturyayî Zirngast bê delîl girtin
12:05 10 kes li Bûrsayê hatin girtin
11:58 Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir
11:48 Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin
11:06 Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû
10:58 Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin