Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin

  • rojane
  • 10:10 22 Îlon 2018
  • |
img

HATAY – Rojnameger Ferhat Aktaş, têkildarî hevkariya Tirkiye û komên selefî yên li Idlibê diyar kir ku agirbestê Tirkiye ji bo komên selefî xwestiye nayê qebûlkirin û wiha got: "Tirkiye di pêşeroja Sûriye de van bermahiyên şer diparêze. Ev ne rewa ye. Bi var bermahiyên komên şer destkeftiyên kurdan armanc dikin." 

Niqaş û geşedanên li ser şerê navxweyî yê Sûriye niha li Navenda Idlibe kûr dibe. Hewldanên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriye de didomin. Herêma Heleb û Şamê, ji Guta, Hama, Humusê bi destê Tirkiye komên selefî derbasî Idlibê kirin. Welatê 24'emin ê Sûriye Idlîb, piştî Reqqa ked destê komên selefiyan. Piştî Idlib ket destê Selefiya di navbera Tirkiye Rusya û Îranê de bû sedema zêdebûna dîplomasiyê. DYA û welatên Ewropa jî li ser Idlibê gotin gotin. Herî dawî Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê li Soçî hatin cem hev. Hat diyar kirin ku li ser "Herêma bêçekbûnê" li hev kirine. Li gorî vê yekê dê komên selefî û çekdar li herêma 15 kîlometre ya bê çek bi cih bikin. Tê diyar kirin ku dê herêma navbera Halep, Hama û Lazkiye wekî herêma bêçek îlan bikin. Lê Rûsya jî dixwaze rêya navbera Lazkiye û Halepê têxe bin kontrola xwe. Tê xwestin El Nusra Cephesi (Heyet Tehrir El Şam-HTŞ) ku berdewama El Kaîde ye, û komên din 15 kilometre dûr bixin. Dixwazin eskerên Rûsya û Tirkiye li vir bi cih bikin. Rayedarên Tirk ev yek aşkere kirin.  Meseleya Sûriyeyê ji destpêkê heya niha meseleyeke navneteweyî ye. Her kes bêyî gelên Sûriyeyê li ser navê wan biryaran werdigire, projeyan amade dike û digihîje encaman. Zîrveya Soçiyê berdewama zîrveya Tehranê ya ku di 7’ê îlonê hatibû lidarxistin. Di zîrveya Tehranê bi weşana zindî, cihê beşdarvanê cîhanê hate teşhîrkirin. Pûtîn, daxwaza agirbestê ya Erdogan bi gotineke diplomatîk ya wekî, “Li ser vê maseyê nûnerê El Nûsrayê tune ye, lewma em nikarin li ser navê wê biryara agirbestê bidin' red kiribû. Niha di zîrveya Soçiyê de biryara formûlek wekî agirbesteke demî hate standin. Pirsa girîng ew e ku 'Gelo kê li ser navê El Nûsra, HTŞ’ê li ser vê maseyê rûnişt û biryara agirbestê da standin?' Bersiva vê pirsê jî di zîrveya Îranê de veşartiye. Tirkiye ji bo siberojê di vî warî de di bin tewanbarkirineke giran da ye. 
 
Tekildarî geşedanên di navbera Tirkiye Rûsya û Sûriye de rojnameger Ferhat Aktaş ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî. Aktaş anî ziman ku îktidara AKP'ê bi sosa ‘ecdat’ û ‘ummet’ û fikrên ‘fetih’ û ‘cihat’ mîdê dinepixîne û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze krîza xwe bi krîza Sûriye bincil bike. Bi vê fikrê Nepoxa Osmaniyê dinepixîne. 
 
BARAGEHA TEVGERÊ IDLÎB E 
 
Aktaş, anî ziman ku ji ber AKP Idlibê ji bo xwe wekî keleha dawî dibîne giringiyek zêde dide Idlibê û wiha got: "Wezirê karên hundir Mevlut Çavuşoglu piştî mutabakatê got 'Rejîma Esed dixwaze têkeve Idlibê û hemû hêzên muxalif tune bike' Idlib bajarê Sûriye ye. Tirkiye di navbera Rûsya û Rojavayê Ewropa de diçe û tê. Dixwaze bi destê Rûsya şanoya serkeftinê binivîse. Hêzên ku heta niha li Şam, Halep, Lazkiye, Hama, Humus, Deraa û Kuneytra têk çûn, ne pêkan e êdî li Idlibê bi ser bikevin. Li Idlibê ji destpêka şer heta niha hemû hêzên navneteweyî li vir hespê xwe dibezînin. Derketine çirê. Idlib bûye cihê ku komên selefî lê bi cih bûne. Niha Tirkiye ev kom li herêmên sînor tev xistine bin kontrola xwe. Bi van bermahiyên şer dixwaze pêşeroja Sûriye li gorî berjewendiyên xwe diyar bike. Dixwaze van koman rewa bike. Dixwaze bi van bermahiyan destkeftiyên kurdan armanc bike. 
 
DI CÎHANÊ DE TENÊ TIRKIYE DERIYÊ XWE LI WAN VEDIKE
 
Aktaş, da zanîn ku li Idlibê kom û artêşên El Nusra, Hurraseddin, Partiya Îslama Turkistan, Ensar’ul Îslam, Cundul Aksa, Ahrar’uş Şam, Nureddin Zenki Hareketi, Ceyş’ul Îzze, Ceyş’ul Nas, Ceyş’ul Sunne û Artêşa rizgariya Neteweyî bi cih bûne û wiha berdewam kir: "Ev rêxistin di nava xwe de jî şer dikin. Dîsa ji ber xeta wan a bîrdozî lawaz bûye tev li hev dibin û bi hev dikevin. Idlib û derdora wê ji sedî 70 di destê komên selefî de ye. Niha di cîhanê de tenê Tirkiye deriyê xwe ji wan re vike. Tenê deriyê li wan vedibe Tirkiye ye. Hemû komên ji Çeçenistan-Dagıstan, Libya, Cezayir, Çin-Uygur, Ozbekistan, Filistin, Suudi Arabistan, Misir, Avrupa hatin tev di ser Tirkiye re derbasî vir bûn. Niha Idlib keleha dawî ya Tirkiye ye. Niha propaganda "Idlib keleha dawî ye' dikin. Ya ku bi rejîmê daye windakirin îktîdara AKP'ê ye."  
 
GELEK KOMELE Û VAKIF ÊN XETA SELEFÎ DIPARÊZIN LI TIRKIYE BELAV BÛNE 
 
Aktaş, da zanîn ku li Tirkiye komên selefî torek mezin ava kiriye û wiha berdewam kir: "Bi Tirkiye re di nava rêxistinek xurt de ye. Gelek komele, vakif û tevger ên li Tirkiye ku bi komên selefî re di nava dan û stendinê dene û heman xetê diparêzin li Tirkiye ne. Idlîb sûye çirava komên selefî. Tirkiye ji nava vê çiravê dê çiqas karibe derkeve dê dem nîşan bide. Li ser sînorê Hatayê tekfirvanên herî dîn û har hêlîn çêkirine. El Kaide li ser sînorê cîran belav bûye û sînor kiriye kontrola xwe. Gelê Hatayê dixwaze şer bi dawî bibe û komên çekdar ên li herêmê êdî gefan li wan nexwe. Tirkiye ku planên serweriya tevahiya Sûriye dike, dê dem bê ku nikaribe sînorê Hatayê biparêze. Rêxistinên li ser sînor bi cih bûne bi awayekî rehet vê protolok û mutabakatê qebûl nake. 
 
 
Aktaş, herî dawî anî ziman ku El Nusra/HTŞ ku wekî "tetorîst" tê pênasekirin dê destûr nede ku kes li ser navê wê biryarê bide û vê serweriyê nade destê kesên din. Aktaş, bilêv kir ku Erdogan wan wekî komên "Radîkal" û "Nerm" bi nav dike, lê ev yek bê wate ye û wiha got: "Li Idlib û derdorê wê ji sedî 70 di serweriya rêxistinên El Nusra, TÎP, Hurraseddin de ye. Hemû rêxistinên li wir mîna hev in.  Putin di hevditina bi Erdogan de xwes bêhna Erdogan bide ber wî. Erdogan di ziyareta Soçî de bal kişand ser Rojhilatê Firatê û ji bo xwe wekî talûke dît. AKP pişta rêxistinên çekdar ên li Idlibê miz dide. Girîng e ku Şam aştiya nava xwe bi hêzên nava xwe pêk bîne. Di vê pêvajoyê de diyalogên polîtîk ên di navbera Şam û Kurdan de pêş dikevin. Xurtbûna van diyalog û polîtikayan dê lîstikên li djî xwe xera bikin. Çiqas diyaloga bi hêzên navxweşî re xurt bibe dê bêtir rêya çareseriyê pêş bixe." 
 
 
MA/ Hamdullah Kesen

Sernavên din

25/09/2018
09:05 Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin
09:05 Dede: CPT berdewamiya komploya navnetewî dixebite
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2018'AN
08:59 Wekilê CHP'ê Bîrcan jiyana xwe ji dest da
24/09/2018
17:18 Ji bo karê xwe dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
16:34 5 kes bi îxbara salek berê hatin binçavkirin
16:11 Li Çoltara Hawêlê şer û operasyon
16:05 Rojnamegerê întihara bav kir nûçe hat binçavkirin
15:37 Îbrahîm Ayhan bi 'Şehît namirin' spartin axê
15:17 ÎHD’ê dest bi kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe dikin
14:40 Yuksekdag: Salonên van dadgehan têra darizandina KCD'ê nake
13:33 Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê mafê girtiyan binpê dikin
13:26 ‘Destê xwe nedin daristanan’
13:01 Îbrahim Ayhan oxir dikin: Tevahî siyaseta kurd li Sîweregê ye
12:41 Sakik: Em şahid in beriya Pasûrê li Vartinis û Zengokê jî komkujî kirin
12:08 Hekîman ji bo Kartal serî li dozgeriyê da
11:51 Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê
10:56 Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e
10:12 Girtiyê dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin
09:43 Tanrikulu: Erdogan ji niha de gel bi qeyûman tehdît dike
09:20 Sîxurî û cerdevaniyê dispêrin gundiyên Deywanê
09:19 Çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse
09:18 Jinên karker ên çandiniyê: Her tişt zem bû, tenê heqê keda me zêde nebû
09:16 Gola Koşkê ji gelek çûk û masiyan de malovaniye dike
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Cenazeyê Ayhan gihişt Sîweregê
23/09/2018
21:53 Doza danişîna Fîgen Yuksekdag sibê ye
20:45 Dag: Ciwan dê tecrîdê hilweşînin
19:59 Cenazeyê Îbrahîm Ayhan li Sîlopiyê bi 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin
19:15 Li 8 wargehên Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kirin
18:13 Zarokê ku nekaribû pereyê xwe bistîne îmalatxane da ber agir
17:33 Li Girê Spî û Girkê Legê ji bo Efrînê meşiyan
16:49 Cenazeyê Ayhan ji Hewlerê ber bi Sîlopî ve bi rê kirin
16:34 Ûmût ê polîsan bi maşînê lêxist defin kirin
16:27 3 karker bûn qurbana cînayeta kar
15:04 Koçyîgît: Heta tecrîda Îmralî bi dawî nebe azadiya gelan ne pêkan e
Hamzaoglu: Yên tirsê ava dikin zêdetir ditirsin
14:45 Berhemên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî derketin
14:00 Bûldan: Ocalan tecrîda di tecrîdê de dijî
13:31 Rojnameger Taşkin: Girtî nayên dermankirin ava paqij nadin
12:57 Zarokê 5 salî Ûmût ê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:15 Dê ji bo Ayhan ê HDP'î li Kobanê konê sersaxiyê vekin
12:03 Mizrakli yê HDP'î: Em dê têkoşîna Ayhan bi serkeftinê tacîdar bikin
11:55 Cenazeyê Sedanûr bi hêsirên çavan defin kirin
11:08 Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê?
09:56 Gelê Amedî: Çareserî azadiya Ocalan e
09:11 Gardiyanan jê re got: Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle
09:10 ‘Li hemberî Kerbelaya hîn jî didome, sekneke Husênî divê'
09:09 Ji bo Îdlîbê betanî û nivînan sîparîş dikin
09:06 Cengîz Ergulê ji Samsûnê û Merve Erciyasa ji Yozgatê Şaredariya Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibin
09:04 Dayika girtiyê nexweş Sûncak: Ger kurê min bimire dê kî hesab bide?
09:02 ‘Li Tirkiyeyê hiqûqê derbeyeke mezin xwariye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:19 Cenazeyê Ayhan dê îro li Sîlopî bi girseyî pêşwazî bikin
22/09/2018
20:48 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn
18:14 Walîtiya Bedlisê li 26 gundan derketina kolanan qedexe kir
17:38 Mezada pirtûkên kurdî tê lidarxistin
17:19 209 karkerên madenê ji kar avêtin
16:42 Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e
16:02 ‘Girtiyê nexweşîna kolon Kizilkan bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin’
15:56 ‘Girtiyên nexweş û DAIŞ'ê li heman blokê digirin'
15:26 ‘Cîhan li ser tifaqa dij Kurdîtiyê qenciyê dike’
15:20 Gundiyên ku ji Helikopterê gule li wan reşandin û hatin girtin, hatin berdan
14:40 Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin
14:09 Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin
14:01 Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû
13:22 Li Cizîrê polîsê gule bera hewa da xwe birîndar kir
12:43 Kaya: Pêşniyara Ocalan a Îslama Demokratîk xwedî wateya jiyanî ye
12:15 Polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê kirin
12:00 Bav ji ber krîza aborî întihar kir
11:03 Doz li kesên xizmetên tenduristiyê birin Cizîrê hat vekirin: Em li pişt kirînên xwe ne
10:45 Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin
10:33 Cenazeyê Sedanur a 9 salî ku hat windakirin hat dîtin
10:30 Kujerê Pakize Hazar dê ji nûve bê darizandin
10:10 Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin
09:58 Rayedarên wezarêtê xwestin ku pitika Arîn bidin saziya parastinê
09:29 Qeyûm malê şaredariyê derxist firotinê
09:15 Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike
09:14 Li Îmraliyê tişta nebûyî dikin: 6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan
09:13 Hevşaredarê Qubînê: Deynê heyî yê serdema AKP'ê nin
09:13 Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin
09:12 Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e
09:01 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:24 Vekirina Balafirgeha 3'emîn 2 meh taloq kirin
21/09/2018
20:37 Arslan: Daxuyaniyên min wekî sûc tên hesibandin
15:43 Baro ji bo ronîkirina kujerê Elçî bang li hikûmetê kir
15:20 Li Îmraliyê ‘hinceta redkirinê’ guherî
14:58 Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên nelirêtî kir nûçe derketin dadgehê
14:44 Belgefilma Heskîfê di pêşbirkê de ma fînalê
14:16 Parêzeran ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
14:08 Kongreya Îslama Demokratîk komxebatê pêk tîne
14:01 Jinên Colemêrgê: Demildest Leyla Guven berdin
13:43 HDP’ê ji bo kesê hat gotin “Ji ber tiryakê hat girtin’ daxuyanî da
12:46 Bekîr Kaya: Dozger dê ji vî welatî bireve lê ez narevim
12:27 Ji bo tevlîbûna şahiya ciwanan bang hat kirin
12:11 Rojnamegerê Avusturyayî Zirngast bê delîl girtin
12:05 10 kes li Bûrsayê hatin girtin
11:58 Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir
11:48 Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin
11:06 Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû
10:58 Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin